Şervanên YPJ’ê li eniyên şer li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ ê berxwe didin. Şervan bi boneya 25’ê Mijdarê roja tekoşîna li hemberî tûnd û tijiya li ser jinê ji malpera me re axifîn. Şervanan balkişandin li ser armanca êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê. Şervanan di derbarê armanca van êrîşan û hedef girtina jinan de wiha gotin:” Jina Kurd li hemberî her cure êrîşkariya zilam berxwe dide. Li hemberî ev berxwedana jinê dagirker her curê tûnd û tijiyê bikartînin.”
Şervana YPJ’ê bi navê Cudî Tolhildan di derbarê tûnd û tijiya li ser jin de wiha nirxand:” Hişmendiya zilam tû car jin weke hebûn ne dît. Tu qadên jiyanê de mafê axaftinê nedan jinan û xwastin her tim jinan serkût bikin. Dema ku jin serî jî rakir hat qetil kirin. Îro em weke YPJ di çeperên herî pêş de li hemberî vê hişmendiyê şer dikin. Berxwedana jin ya ku li Serêkaniyê û Girê Spî pêş ket di şexsê Hevrîn Xelef û Amara de şenbertir bû. Kiryarên ku dewleta Tirk li hemberî van jinên berxwedêr pêk tîne tû para xwe ji exlaqê mirovatiyê ne girtiye. “
Şervana bi navê Çekjîn Can jî di derbarê kiryarên artêşa dewleta Tirk û hovîtiya ku li hemberî dîl girtî û termên şervanên jin wiha got:” Qetlîama ku li ser jinê tê pêkanîn me natirsînê. Hevalên ku şehîd ketinê û dîl ketine destê dijmin dibe kû me aliyê hêstiyarî de biêşin, ji ber ew rêhevalên me ne lê ev hovîtiya dijmin hersa me ye tekoşîn hîn zêdetir dike. Bila Erdoxan ne bêje bi van kiryarên hovanê emê jinên Kurd bitirsînin, ji ber ku me soza xwe berxwedanê daye, emê çawên Erdoxan birijînin.”
Şervanên YPJ ê ji çeperên şer ji bo hemû jinên cîhanê bang kirin kû li hemberî vê dagirkeriyê dengê berxwedanê bilind bikin. Herî dawî jî şervana YPJ’ê Çekjîn Can staranek ji bo bîranîna hevalên xwe yên şehîd nivîsandibû bi me re parve kir.
Navenda Ragihandina YPJ’ ê