ŞEHÎDÊN BERXWEDANİYA EFRÎN Û ŞEDADÊ

Navenda Ragahandina YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasname ya çar şervanên xwe yî cîh û demên cuda de şehîd bune eşkere kir.
Komek hevalê me li navçeya Efrîn Şera gûndê Malikiyê dema diçûn peywirê ketine kemîna dijmin. Ev kemîn bi bersivdayîna hêzê me ziviriye pevçûnek mezin. Dinav vê pevçûnê de kuştî û birîndarên dijmin heye û lê derbarê hejmarên wan de agahiyek zelal neketiye dest. Di encama vê şerî de 2 ji wan hevalên jin bi giştî 3 hevalên me heya fîşeka xwe ya dawî şer kirine û gihiştine şehadetê.
Di heman demê de di dîroka 18’ê Puşperê 2018’an de li Şedadê rêhevala me Bêrîtan Zinar ku dema liser erka xwe bû di encama qezayekî de şehîd bûye.
Di nava nasnameyên şehîda de nasnameya 3 şervanên YPJ’ê hatiye eşkere kirin.
Nasnameya hevalên me yî şehîd wiha ne.
Nasnav: Arjîn Rustem Cudî
Nav û Paşnav: Ceylan Horo
Navê Dayikê: Firyel
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Demaa Şehadetê: Efrîn / Şera – Gundê Malikiyê / 30’ê Hezîrana 2018’an
Nasnav: Sarya Rizgar
Nav û Paşnav: Gurbet Taksun
Navê Dayikê: Rabîa
Navê Bav: Abdullah
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şera – Gundê Malikiyê / 30’ê Hezîrana 2018’an
Nasnav: Berîtan Zinar
Nav û Paşnav: Sozdar Mustafa
Navê Dayikê: Heyfe
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê
Cih û Dema Şehadetê: Şedadê / 18’ê Hezîrana 2018’an