Şer Û Pevçûn Li Girê Spî Û Serêkaniyê Dijware

154

Li gor agahiyên dawî êrîşên dewleta tirk yên li ser girê spî û serêkaniyê bi hemû dijwariya xwe berdewam dikin. Li hemberî van êrîşan jî berxwedaniyeke dîrokî ji aliyê şervanên ypj-ypg’ê û qsd’ê ve tê meşandin. Li serêkaniyê bi taybet şer û pevçûn li mezrra micê, sanayî yê di van seatan de dijware. Her wiha li aliyê tilxelef jî pevçûn berdewam dikin. Çeteyan ji mezra micê ve xwestin bikevin bajêr lê rastî berxwedaniya şervan hatin û gav paşde avêtin.

Di van kêliyan de li girê spî jî şer û pevçûn li gor rojên din dijwartir bûye. Artêşa tirk û çeteyên wî hewl didin ji dimilan de pêşde werin û lê berxwedana şervanan û bersivdayîna wan bi hemû dijwariya xwe berdewam dike.

Navenda Ragihandina YPJ