Şervan û gelê Bakur-Rojhilatê Suriyê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bi yek dil tekoşîn dikin. Şervan û fermandarên YPJ’ê di çeperên parastinê de bi îrade û baweriyeke mezin welatê xwe diparêzin. Yek ji endama fermandara akedemiya şehîd Hebûn Enteriyê ya şervanên Ereb Newroz Sîdar, li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk di çeperên şer de ji malpera me re axifî.
Sîdar di derbarê armancên êrîşên dewlata Tirk ya dagirker de wiha nirxand û balkişand ser talan û dagirkeriya li ser Bakur-Rojhilatê Suriyê. “Ji 9’ê Cotmehê û vir de şerêkî pir dijwar li herêmê diqewime. Armanca van êrîşan talan kirina erdnîgariya Bakur-Rojhilatê Suriyê. Pilana duyemîn jî gelên li ser vê erdnigariyê bi hev re dijîn qirkirin li ser wan pêk anîne. Bi taybet li vê herêmê gelê Kurd û Ereb ev bi sed salane di nava aramiyê de jiyan dikin. Dewleta Tirk a dagirker çawa ku Efrîn dagir kir dixweze vir jî kiryarên xwe yên qirêj pêk bîne. Ji ber ku dewleta Tirk xwedî çandeke dagirker î û talanê ye.”
‘Gelên Herêmê Tu Car Dagirkerî Qebûl Nekiriye’
Hêjayî gotinê ye ku li hemberî hovîtî û kiryarên dewleta Tirk a dagiker, berxwedaniyeke dîrokî hate meşandin. Gelê Kurd li hemberî ev hewldanên dagirkeriyê her tim xwedî helwest bûye. Dagirkeran bi teknîkeke asta jor de êrîşî welatê me û gelê me kirin. Lê gelên herêmê tu car dagirkerî li ser xwe qebûl nekirine. Li hemberî tanq, top, balafir û wesayîtên zirxî dewleta Tirk, şervanên bi kleşên (kalaşnîkov) xwe şerê parastina rewa dimeşînin dîtin.
‘Em Êrişî Tu kesî Nakin, Em Welatê Xwe Diparêzin’
Gelê me jî di nava berxwedaneke mezin de ye. Dewleta Tirk di bin navê herêma ewle de dixwaze herêma Firatê dagir bike. Kesên ku koçberin dixwazin di vê herêmê de bi cih bikin. Lê ev kiryar, kiryareke bê wijdan û bê exlaq e. Ji ber yên ku bi destê dewleta dagirker bên bi cih kirin, hemû malbatên çeteyane û ev jî guhertina demografya herêmê armanc dike. Gelê me vê yekê qebul nake û li hemberî vê xwedî helwest e. Ji ber vê yekê em jî weke şervanên vê gelî, emê welatê xwe û gel xwe biparêzin. Em êrişî tu kesî nakin şerê em dikin şerê parastina rewa ye. Heta ku yek şervan jî bimîne, emê liber xwe bidin û emê layiqî gelê xwe bibin.
Navenda Ragihandina YPJ’ê
30.11.2019