Şoreşa Me Di Sala Xwe Ya 10’emîn De Zêdetir Bi Biryar Û Bi Hêz E

Ji Gelê Me û Raya Giştî Re!
Em salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava serî de li Rêber APO, şehîdên xwe, gaziyên şoreşê, berxwedêrên zindana, malbatên şehîdan, li gelê Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûrî û li hemû gelên azadîxwaz pîroz dikin. 19’ê Tîrmehê di sedsala 21’emîn de li hemberî dagirkerî, metîngerî, bêedaletî û newekheviyê qêrîna jin, ciwan û tevahiya civakê ye. Şoreşa 19’ê Tîrmehê a ku xwe dispêre dîroka berxwedêr a gelê Kurd îfadeya îddîa û biryardariya azadiya gelan e. Ev şoreşa ku jinan pêşengtiya wê kirin li ser erdnîgariya Bakûr û Rojhilatê Sûrî jiyaneke nû afirand.
Serhildanên gelê Kurd ên ku bi sedsalan nîvço mabûn êdî rêya serkeftinê di ronahiya fikir û ramanên Rêber APO de dîtin û bi bîr û baweriya fikrê netewa demokratik û ji Kobanê heta Efrîn, Dêrik û Qamişlo ala serxwebûnê hate bilind kirin û di nava 10 salan de ruxmê hemû êrîşên siyasî, leşkeri û aborî li berxweda û xurt bû. Şoreşa dîrokî a 19’ê Tîrmehê berhema Rêberê Gelan Abdullah Ocelan e. Rêber APO bi ked û tekoşîneke bêhempa gelê Rojavayê Kurdistanê rêxistin kir û îro jî ev keda ku hate dayîn xwe bi pergala Rêveberiya Xweser xwe bi ceste kiriye. Afirînerê jiyana komînal û demokratik Rêber APO hêz û baweriya jiyaneke azad ji bo tevahî cîhanê careke din şîn kir.
Tekoşîn û berxwedaniya jinan li hemberî desthildariyên heyî di hemû şoreşan de ciheke girîng girtiye. Ji şehîdên me yên destpêkê Silava, Bêrîvan, Ruksen, Jînda, Özgür heya dayîkên me yên fedakar Yadê Gulê, Yadê Eqîde jinên tekoşer Hebûn, Zehra, Amîna, Hind û Saada dîsa şehîdên Enternasyonal Lêgerîn (Alina Sanchez), Hêlîn (Anna Campbell), Avaşîn (İvana Hoffman), Sarya Bulut, Ceren Güneş jinên ku di vê şoreşê de berdêl dan û canê xwe fedakirin. Bêguman ev şoreş bi keda van jinan û bi keda gelê me pêk hat. Dîsa kedeke mezin a heval Hevrîn û heval Ferhat divê şoreşê de heye ku hemû temenê xwe de ji bo şoreşê kar kirin, şoreş mezin kirin û şoreş gihaşte 10 saliya xwe.
Di salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê de em ji hemû gelê pêkhateyên Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûrî re dibêjin çawa jin û gelê me destpêka şoreşê de ked dan, divê îro jî weke pêngava me ya şoreşê a duyemîn ku em dibêjin pêngava inşa û parastina şoreşê, hemû pêkhate xwedî şoreşa xwe derbikevin, dibe ku roja îro girêdayî rewşa aborî hinek şert û mercên zehmet, herwiha pirsgirêkên civakî hebin, lê her roj êrîşên qirkirinê li ser herêmê tê meşandin û dixwazin şoreşa me ji holê rabikin. Ji ber vê yekê di pêvajoyeke wisa de em hemû pirsgirêkên xwe bidin milekê û divê hemû gelê me yê Kurd, Ereb, Suryan, Ermen derdora şoreşa xwe bibin yek, li hember êrîşên dagirkeriyê nan û ava xwe amade bikin û xwe di derên bin erd de bi cih bikin, alîkariya şervanên xwe bikin û xwe jî ji şer re amade bikin. Çawa ku dema ev çirûska şoreşê ji aliyê gelê herêmê ve hate pêşxistin hemû gelê azadîxwaz lê xwedî derket, pêwîste îro jî li hemberî her cûre gefên dagirkeriyê xwedî lê vê şoreşê derbikevin. Xwedî derkertina şoreşa 19’ê Tîrmehê erkeke mirovbûnê ye. Ji bo vê yekê jî me çawa bi gelê xwe re mil bi mil ev şoreş ava kir pêwîste ji vir û şûnda jî em ji bo parastina destkeftiyên şoreşê ji vê zêdetir kar û xebat bidine meşandin. Di van rojên ku careke din gefên dagirkeriyê ji aliyê faşîzma Erdoxan ve li ser herêmên me tenê kirin de, bila hemû raya giştî û cîhan bizanibe emê bi gelê xwe re berdêla wê çi dibe bila bibe axa xwe biparêzin.
Weke YPJ hem li hemberî feraseta cînsiyetperez a civakî hem jî li hemberî êrîşên dagirkeriyê tekoşîna ku hate dayîn di asta çawanî de ji civakên azadîxwaz re bû remzeke dîrokî. Weke hêzên YPJ’ê me çawa ji pêkanîna şoreşê heya tarîtiya çeteyên DAİŞ ku bibû xewna bi tirs a mirovahiyê şer kir emê îro jî li hember hemû êrîşên li ser şoreşa xwe têbikoşin li berxwe bidin. Ev şoreş berhema kedeke ku li ser ruyê cîhanê tu emsalê wê nîne ve pêk hat, em jî hevrê û şopdarên ewên ku şoreş ava kirin in, ku niha xwedî erka xwe ya parastin û mezinkirina şoreşê dikin. Ji ber wê jî çawa ku me bihust bi bihust li Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûrî çeper girt şoreş ava kir emê ji bo parastina jin, gel û şoreşa xwe bi heman rihê berxwebidin, şoreşa xwe mezin bikin û serbixînin.
Fermandariya Giştî a YPJ’ê
19.07.2022