Tevgera Erdogan Ne Kaniya Aşîtiyê Kaniya Xwînê Ye

Di 14’ê meha Cotmehê de li gundê Çatalê yê girêdayî bajarê Dirbesiyê di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de sivîlê bi navê Îzeddîn ê 52 salî rûxmê jiyana xwe ji dest da bû. Di heman topbaranê de sivîlê bi navê Muzaffer Yûsûf û Naman Ehmed jî birîndar bûbûn.
Hevjîna Îzeddîn, Leyla Cengîzxan ya endama asayişê di merasîma hevjînê xwe de, hêrsa xweyî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk wiha anî ser ziman û şahadeta hevjînê xwe bi van gotinan pêşwazî kir: “Tekoşîna te tekoşîna Apocîya ne. Te bi du rexta û bi du çekan li hemberî dagirkeran weke Êlîşerê Kurdan weke pilingê Kurdan ber xwe da. Îzeddîn ji tang û topên dagirkeran netirsiya. Her bijî ji te re! Her bijî ji te re!”
Leyla Cengîzxan ev êrîşên hovane yê dewleta Tirk a dagirker ku li ser Rojavayê Kurdistanê dest pê kirî û di heman demê de ev êrîş weke Kaniya Aşîti yê bi nav kirina wan re wiha bersiv da Erdogan: “Ev ne Kaniya Aşîtiyê ye, ev Kaniya Xwînê ye.”
Navenda Ragihandina YPJ
16.10.2019-Dirbersiyê