YPJ: Rêheval Zeynep û Nêrgîz Bûn Pêşengên Berxwedana Rûmetê

286

 

Di şexsê pêşengên berxwedana Serê Kaniyê, rêheval Zeynep û Nêrgîz de em şehîdên berxwedana rûmetê û tevahî şehîdên şoreşa azadiya gelan bi bîrtînin. Em soza xwe ya bi şehîdan re dubare nû dikin. Ji gelê me û malbata herdu rêhevalan re em sersaxî dixwezin.

Şoreşa azadiya gelan di 9 salên derbas bûyî de gelek pêşeng, qehreman û jinên wêrek bi cesaret afirandin. Heval Zeynep û Nêrgîz ji wan tekoşînvanên xwedî dilekî wêrek û girêdayî doza welatê xwe bûn. Ev rêhevalên me di dest pê ka şoreşê de bûn xwedî kedên mezin. Di pêşengiya jinên berxwedêr de şoreşa me veguherî rengê şoreşa jinê. Ev heqîqet hem di şerê parastina rewa de û hem jî di rastiya hêvî û jiyana gelê me, ku daxwaza wê dike de derket holê.

Heval Zeynep û heval Nêrgîz, di tekoşîn û şerê dijî çeteyên DAIŞ’ê de roleke mezin ya di asta pêşengiya fermandariya jin de girtin ser milê xwe. Ew bê hesap û bi rihê berpirsyariya dîrokî di şer û jiyanê de fedekariya ku ji wan hate xwestin pê rabûn. Wan di jiyanê de fedekarî, di tekoşînê de biryardarî û bi ezmûnên xweyî yên di şer de bi dest xistibûn ji bo rêhevalên xwe her tim bûn mînakên girêdana bi doza welat re. Wan rêheval, fermandar û dildarên xakê, her tim bi hestên netewî, têkoşiyan.

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca qirkirina gelan û tinekirina desekeftiyên gelên Bakûr Rojhilatê Sûriyê di 9 ê Cotmehê de dest bi tevgera dagirkeriyê kir. Li hemberî ev pilana dagirkeriyê di pêşengiya şervan û fermandarên me Zeynep û Nêrgîz de berxwedana Rûmetê bi ked, fedekarî û berdêlên mezin hate dest pê kirin. Di şerê Serê Kaniyê de herdu rêhevalên me bi biryardariyek bilind û bi baweriyek tam ya tekoşînê cihê xwe di şerê parastina nixên mirovahiyê de girtin. Tevî êrişên giran yê dewleta tirk û hovîtiya çeteyên El Nusra herdu rêhevalên me heya dawî li hember wan balafir, tang û topan li ber xwe dan û bûn mînakên şerê berxwedana rûmetê.

Me careke din di sekin û kesayeta heval Zeynep, Nêrgîz û şehîdên Berxwedana Rûmetê de dît ku doza em di oxira wê de canê xwe feda dikin dozeke mafdar e. Hevrê Zeynep û Nêrgîz bi jiyan, hevaltî, tekoşîn, hêvî û baweriya xwe biryardariya di jiyana azad de îsrar nîşanî me dan. Şehadeta van herdu rêhevalên me fermana biryardariyek wiha xurt ya tekoşîna azadiyê dide me. Em bi vê berpirsyariyê xwedî li şehîdên xwe derdikevin û em ê her tim xwedî lêderbikevin.

Li ser wê esasê em careke din pêşengên berxwedana rumetê hevrê Zeynep û Nêrgîz bi bîrtînin, soza me daye şehîdên xwe dubare nû dikin. Ji gelê Bakûr-Rojhilatê-Sûriyê û malbata herdu rêhevalan re sersaxî dixwezin.

Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ye:

 

 

Nasnav: ZEYNEP FELAT

Nav û Paşnav: PINAR YILMAZ

Navê Dayîk: ŞEZİME

Navê Bav: MEHDİN

Cih û Dîroka Şehadetê: 17.10.2019 /Serêkaniyê

 

 

Nasnav: NERGİZ ŞEWİŞ

Nav û Paşnav: SOSIN YOKSUL

Navê Dayîk: XANIM

Navê Bav: XALIT

Cih û Dîroka Şehadetê:12.10.2019 /TIL HELEF

 

Fermandariya Giştî A YPJ’ê

28.10.2019