YPJ’ê Bi Merasîmeke Leşkerî 8’ê Adarê Pîroz Kir

171

YPJ’ê Bi Merasîmeke Leşkerî 8’ê Adarê Pîroz Kir

Şervanên YPJ’ê bi merasîmeke bi heybet  8’ê  Adarê pîroz kirin. Di merasîma leşkerî de Fermandara Giştî a YPJ’ê Newroz Ehmed got: “Emê  ji bilî azadiyê û wekheviyê tu tiştekî din nasnekin.”

Jinên Rojava û Bakûr-Rojhilatê Sûrî bi dirûşmaya “Emê bi hevdu re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe azad bikin” di 23’ê Sibatê de ji bo Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê şahiyên ku heta 10’ê Adarê li darbixin eşkere kiribûn. Li seranserê Rojava û Bakûr-Rojhilatê Sûrî şahiyên 8’ê Adarê bi coş û kelecaneke mezin hate pîroz kirin. Merasîma leşkerî bi beşdarbûyîna Fermandara Giştî a YPJ’ê Newroz Ehmed, ji Fermandarên YPJ’ê Axîn Efrîn, Ji Meclîsa Parastina Xabur a Asurî Madlen Xemîs, Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlva Abdullah, Fermandara Tabura Nubar Ozanyan Zabel Kobanê pêk hat. Di merasîmê de Fermandara Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed balkişand li ser wate û girîngiya rojê û wiha got:  “Em di serî de roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hemû jinên ku berxwedidin, tekoşîn dikin, li hemû qadan di nava raperînan dane, di heman demê de dayikên şehîdan û hemû jinên kedkar pîroz dikin. Jinan di encama tekoşîn, berxwedaniyeke mezin û berdelên  giran de vê rojê bidestxistin û vê rojê weke cejnekî diyarî me kirin. Em jî îro weke jinên şoreşger û kedkar, ji hemû pêkhateyan li vê derê kom bûne, em di şexse hemû jinên ku di oxira azadiyê de tekoşîn kirin û şehîd bûn, bi taybet jî di şexsê Silava û Berîvanan de û herî dawî jî di Pêngava Gûrzê Gelan de di şexsê Şehîd Awaz de em hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bibîrtînin. Wê tekoşîn û berxwedaniya wan her tim rêya me ronî bike û wê tekoşîna wan her tim ji me re bibe bingeh heta ku hemû jin bigehêjin azadiyê.”

RÊBER APO AFÎRÎNERÊ  FELSEFEYA JINA AZADE

Rêber Apo heta niha li Girava Îmraliyê  ji bo mirovahiyê û jinan li ber xwe dide. Raman û felsefa jina azad ya ku Rêber Apo bû afîrînerî wê ji bo me bu bingeheke xûrt û îro li ser vê bingehê em xwe rêxistin dikin, tekoşîna xwe bilind dikin û artêş bûyîna xwe xûrt dikin. Em ji vir heta Îmraliyê silavên dişînin, tenê armanca me eve ku em layiqî vê kedê derbikevin. Em hemû dilgirtiyên azadiyê yên ku li hemberî cûre hovîtiyê  li ber xwe didin silav dikin.

TEKOŞÎNA JINA KURD BÛ HÊVIYA TEVAHÎ JINAN

Li vê derê, li ser axa Mezopotamya weke ku di êrîşa herî dawî ya ku li ser Girtîgeha Sînaa li  bajarê Hesekê jî hate pêkanîn de xûya kir, hêzên desthildar xwestin wan çeteyan  careke din zîndî bikin lê ev hewldanên wan hate têk birin. Gelê me yê li  herêmê êşa vê ve yeke jiyan kirin, şervanên azadiyê jî ji bo ku ji daxwazên gel re bibin bersiv li hemberî vê êrîşa hovane tekoşîneke bêhempa ve dane meşandin. Êşa pergala desthildar li hemû herêman wekheve, ji ber ku ev pergal di şexşê jinê de jiyanê û hemû mirovahiyê qetil dike. Lê îro hemû deverên cîhanê jin bi hevdû re di nava raperînê de ne. Bi pêşengtiya jina Kurd tekoşîna ku hate meşandin ji bo tevahî jinên cîhanê bû heviya azadiyê. Ev rastî cihê şanaziyê ye. Her ku diçe jin xwedî nasnameya xwe derdikeve û  dibe xwedî zanebûn ji ber vê jî bi êrîşên dijwar re rû bi rû dimîne. Ev jî cardin dide nîşandan ku azadî nehêsane ger ku hêsan bûya ewqas berdelên giran jî nedihate dayîn. Ji bo vê yekê jî dervayî tekoşînê tu rêyeke din ji bo jinan nemaye. Rêhevalên me bi rihekî lehengî li ser dijmin de diçin, em dizanin ku doza azadiya jinê êdî ne bêxwediye. Tekoşîna jinan ev ast bidestxistine. Yên dixwestin jinên xeyal û hebûna jinan tûne bikin, emê jî tu carî vê derkefetê nedine wan.

Ji BILÎ SERKEFTINÊ TU RÊYEK DIN NÎNE

Em careke din dikarin bibejin piştî ewqas berdelên giran ji bilî serkeftinê tu reyêke din emê nas nekin. Em di vê rojê de soza berxwedanê,serkeftinê, destxistina azadiyê ya li hemberî rêhevalên xwe yê şehîd nû dikin. Ji ber ku ji bilî jinên tekoşer tu kes nîne ku xwedî li  vê mîrateyê derbikeve. Emê ji bo ku bikaribin ji civakê re pêşengityeke xûrt bikin rêxistina xwe berfirehtir bikin. Herêmên me yên dagirkerî heta ku neye rizgar kirin, em nikarin bêjin em azad jiyan dikin. Berxwedaniya ku di şexsê Avesta û Barînan de hate nîşadan rêya me ya serkeftinê dide nîşandan, wê  niha şûnda jî meşa me li ser vê esasê xwe bidomîne. Li hemû deverên cîhanê herkes bang dike; êdî dem dema azadiyê, xwe rêxistin kirina jinane û êdî gav paş de avêtin nîne. Li ser vê esasê  jî emê ji demek ya din zûtir  herêmên xwe ye di bin dagirkeriya dewleta Tirk de rizgar bikin. Emê ji bilî azadiyê û wekheviyê tu tiştekî din nasnekin.

Merasîma leşkerî bi dirûşmayên ‘Jın Jiyan Azadî, Bi Can Bi Xwîn Em Te re ne Ey Serok,  Bê Serok Jiyan Nabe  û Şehîd Namirin, bi dawî bû.