Dayîkek, Şervanek

89

Bêrîvan Cizîrî 

Di şoreşa Rojava de bi sedan şervanên YPJ’ê weke Nîşa hene. Dem hat bav û kur di kozikan de şer kirin. Dem hat dayîk û keç mil bi mil bajarê xwe parastin. Hemû bûn yek dil, çek rakirin xaka xwe parastin. Ev hê jî berdewam dike. Xwe bi navê Hêzên Parastina Cewherî rêxistin kirine. Ev hêz ji gel ava dibe. Yên tê de jî cihê xwe digrin bav, kur, xwûşk, pismam, dotmam… Bi kurtasî malbata teng heya malbata berfireh hemû di nava YPG û YPJ’ê de cihê xwe digrin. Şervana YPJ Nîşa jî yek ji wane. Nîşa jineke 19 salî ye. Bi xwe dayîke û keçeke wê heye. Dema şerê Efrînê destpê dike, hevserê wê dagirkeriya li ser welatê xwe qebûl nake û beşdarî nava refên YPG’ê dibe. Ji ber ew jî di wê zanebûnê de bû ku ev dagirkerî, ev êrîş êrîşa li ser tevahî gelê herêmê ye. Êrîşa li ser gelê Kurd, Ereb, Sûryan, Tirkmen û Asûriye. Êrîşa li ser yekîtiya gelê herêmê ye. Hevjînê Nîşa heya henaseya xwe ya dawî li rex ciwanên Efrînî li berxwe dide. Piştî mehek ji berxwedana serdemê derbas dibe tevî grûbek hevrêyên xwe tevlê nava Karwanên Nemiran dibe. Sekna hevserê wê yê berxwedêr û lehengiya hevalên wî bandoreke mezin li ser Nîşa ava dike. Nîşa dibêje ezê beşdarî nava refên YPJ’ê bibim û xwedî li tekoşîna wan derkevim. Dema ku Nîşa nû tevlê dibe ji ber keça xwe, destpêkê hinekî dûdilî jiyan dike. Dibêje; dibe ku ev rewş ji min re bibe asteng. Lê piştî ku nava refên YPJ’ê de perwerde dibîne û heqîqeta veşartî ya jiyana azad dibîne, vê dûdiliya xwe derbas dike. Dibêje, çi bibe bila bibe ezê jinek pêşeng, rastiya heqîqetê binasim û xwe di perwerdê de pêş bixim. Û rizgarkirina Efrînê armanca min a herî mezine.

“Ji bona Welat û Şehîdan pêwîste ez şer bikim”

Şervana YPJ’ê Nîşa Yîgit Botan wiha dest bi axaftina xwe dike; “Di civakê de jin ji bona xwendin, zewac û zarok anînê tên mezin kirin. Bandora malbat û dewletê li ser jinan heye. Ji xwe malbata min jî li ser bingehê van fêrbûnên civakî ez dame zewûcandin. Niha keçeke mina yek salî jî heye. Di sala ku ez zewicîm Berxwedana Serdemê destpêkir. Hevserê min cihê xwe di nava vê berxwedanê de girt. Mehek derbas bû, hevjînê min şehîd ket. Tevî wî pir hevalên din jî şehît ketin. Van şehadetan bandoreke mezin li ser min ava kir. Her çiqas malbat welatparêz jî be, ne dixwestin weke jin, bi teybet weke jineke zewicî tevlî nava YPJ’ê bibim. Lê dema ku wan jî rastiya dijmin dîtin, wate dane vê biryara min. Piştî tekoşîna min a li hember malbatê û pergalê, min got ezê çeka hevjînê xwe rakim û tola wî hilînim. Dema ku ez tevlî YPJ’ê bûm baweriya min tam bi min nebû. Lê belê piştî ez tevlê bûm û min xeta jina azad naskir min hêza xwe jî naskir. Dema min kêlî bi kêlî ev jiyan naskir, min go teqez divê ez ji bo welat û şehîdan şer bikim. Û min fam kir ku, dema ku armanca mirov mezin be, tiştek nikare li pêşiya me bibe asteng.”

“Em weke Sûryanî her bi tenê hatibûn hiştin”

Botan di dawiya axaftina xwe de bal kişande ser van xalan; “Weke jineke Sûryanî naskirina min a ji YPJ’ê re, naskirina min a ji felsefeya Rêber Ocalan re zêde nîn bû. Ji ber Sûryanî her tenê hatine hîştin. Xwe ne nêzî Ereban, ne jî nêzî Kurdan nedidîtin. Ez çawa bêjim; em weke qewmê Sûryanî her tenê hatibûn hiştin. Lê dema min felsefe û bîrdoziya Serok APO naskir, min fam kir ka YPJ li ser çi esasan hatiye avakirin. Serokatî yekbûna gelên ku heya roja îro di nava pençên qirkirinê de bûn, ava kiriye. Bi rastî jî ev xalên pir girîngin û yek ji sedemên bingehîn ya tevlêbûna ciwanên ji netewên cûda ye. Yek ji tişta ku bala min jî kişand pêşengiya jinê bû. Jin li vir di her qadê pêşenge û rola wê diyarkere. Ev ji bona min nirxeke mezine û hêzeke cûda dide min. Niha jî min ji bo xwe weke hedefa sereke rizgarkirina bajarê Efrînê daniye. Ji ber wê ev bibe tolhildana ji hevjînê min û hemû şehîdên berxwedana Serdemê re. Ji bona we jî ezê heya jiyana xwe ya dawî şer bikim.”