Baxçeyê Xwendinê yê li bajarê Qamişlo, bû şahidê çalakiyeke çandî ya ji bo îmzekirina pirtûka nû ya nivîskar Şîlan Ehmed, ku navê “Rêwîtiya Azadiyê” lê hatî kirin. Çalakî bi amadebûneke berçav a rewşenbîr, şênî û malbatên şehîdan birêve çû.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Paşê, nivîskar Şîlan Ehmed axaftinek pêşkêş kir; tê de xêrhatina yen ku peşdar bune kir û behsa naveroka fikrî û peyamên pirtûka xwe ya nû kir.
Şîlan Ehmed di axaftina xwe de, bal kişand ser rola pêşeng a Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û tekezdar kir ku fedaqarî û berxwedana wan, bingeha serkeftin û destkeftiyên heyî yên îro ne.
Di berdewamiya axaftina xwe de weha got:
“Hebûna Yekîneyên Parastina Jin e ku îro em gihandin vê serkeftinê. Ji ber vê yekê, em bi tu awayî qebûl nakin ku ev yekîne di nav artêşa dewletê de werin redkirin; ji ber ku vîn û biryardariyeke wan a bihêz heye ku mafê wan e û cihê wan ê herî xwezayî û guncav di nav hêzên leşkerî yên dewletê de ye.”
Çalakî bi belavkirina pirtûkan bi dawî bû, ku nivîskar Şîlan Ehmed wek nirxandinek ji bo fedaqariyên wan, nusheyên pirtûka xwe “Rêwîtiya Azadiyê” pêşkêşî dayik û malbatên şehîdan kir. Ev pêngav ji aliyê amadebûyan ve bi germî û pêşwaziyeke mezin hat nirxandin.











