Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), ku di têkoşîna li dijî terorê û parastina nirxên mirovahiyê de xwedî dîrok û sekneke girîng e, derbarê geşedanên dawî û pêvajoya nû de berî her tiştî gelê me û paşê raya giştî agahdar dike:
Di çarçoveya hewldanên ji bo pêkanîna aramiya herêmê û avakirina paşerojeke ewle de, nîqaş û nirxandinên li ser pêvajoya entegrasyonê berdewam dikin. Di vê pêvajoyê de, YPJ wekî hêzeke xweser û taybet cihê xwe digire.
YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye, di heman demê de sembola îrade û ked a jinê ye. Ji ber vê yekê, derbarê hûrgiliyên beşdarbûnê û rola YPJ’ê ya di avaniya nû de, li ser bingeha parastina nasname, ezmûn û destkeftiyên jinan, nîqaşên berfireh berdewam dikin.
Em wekî YPJ diyar dikin ku di her gavê de xeta me ya sereke parastina destkeftiyên gelê me û mafên rewa yên jinan e. Encamên van nîqaşan dê di demên pêş de bi zelalî ji raya giştî re werin ragihandin.
Fermandariya Giştî Ya (YPJ)ê
20/10/2026










