Roja Têkoşîna Cîhanî ya li Dijî Tundiya li ser Jinan
Bi boneya 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Cîhanî ya li Dijî Tundiya li ser Jinan, em ji raya giştî re radigihînin ku tundiya li ser jinan ne pirsgirêkeke takekesî, ne meseleyeke malbatî û ne jî bûyereke ji rêzê ye, ew diyardeyeke sîstematîk e ku bi riya hişmendiya desthilatdar, kevneşopiyên paşverû û siyasetên ku jinê ji biryar, ji laş û ji jiyana xwe bêpar dihêlin, tê meşandin û armanca wê ya bingehîn bêdengkirin, bindestkirin û tunekirina îradeya jinê ye, û li hemberî vê rastiyê em parastina jinan weke erkeke xwe yê bingehîn û yê nayê nîqaşkirin dibînin û vê parastinê ne tenê weke parastineke leşkerî, lê di heman demê de weke parastineke civakî, derûnî, hiqûqî û exlaqî pênase dikin.
Têkoşîna me ya li hemberî tundiya li ser jinê di tevahiya hebûna me de cih digire, ev têkoşîn di parastina jinên ku rastî tundiya di nava malê de hatine, di têkoşîna li dijî zewaca bi darê zorê, di têkoşîna li dijî kuştina bi navê namûsê, di rizgarkirina jinên ku ji aliyê hêzên terorîst ve hatine revandin û kolekirin, di hişyarkirina civakê, di perwerdekirina jinan û di avakirina sîstemeke ku jin tê de dikare xwe biparêze, gilî bike û bi azadî biryarê bide de xwe dide der, û em vê têkoşînê ne weke erkekî demkî, lê weke sozeke mayînde ya ku bi xwîna şehîdên jin hatiye mohrkirin dibînin.
Em diyar dikin ku tundî bi tenê bi lêdan û kuştinê pêk nayê, tundî di heman demê de bi bêdengkirin, bi sînordarkirin, bi bêparhiştina ji perwerde, kar û jiyana civakî, bi zexta derûnî û bi redkirina îradeya jinê jî pêk tê, û hemû cureyên tundiyê ji heman çavkaniyê xwedî dibin û heman armancê diparêzin, lewma li hemberî her cure tundiyê divê bi heman biryardarî û berpirsiyariyê were sekinandin, û bêdengiya li hemberî tundiyê bixwe jî weke beşek ji tundiyê tê dîtin.
Em bang li hemû jinan dikin ku rûmeta xwe biparêzin ji nan û av zêdetir û bi tenê nemînin, li hemberî tundiyê bêdeng nemînin û îradeya xwe biparêzin, gereke hemû jin li himberî zihniyeta ku tundiyê li ser jinê ferz dike bibe yek, tenê bi yekbûna jinan em dikarin zihniyeta desthiltdariyê pûç bikin û hilweşênin, yê ku civaka dike yek jine ji ber wê gerk jin li vê hêza xwe xwedî derkeve û di heman demê de bang li tevahiya civakê, li saziyên hiqûqî û li hemû hêzên ku ji azadî û wekheviyê bawer dikin dikin ku berpirsiyariya xwe ya li hemberî parastina jinan bi cih bînin, ji ber ku civaka ku jin tê de ne azad be, ew civak nikare azad be, û civaka ku jin tê de di bin tundiyê de be, pêşeroja wê civakê jî di bin xetereyê de ye.
Weke dawî em radigihînin ku em ê têkoşîna xwe ya li dijî her cure tundiya li ser jinê, ne tenê di 25’ê Mijdarê de, lê di her roj û her kêliya jiyana xwe de, bi heman biryardarî, bi heman fedakarî û bi heman baweriya bi azadiya jinê bidomînin, û heta ku tu jinek ji ber ku jin e rastî tundiyê neyê, heta ku jin bi azadî, bi rûmet û bê tirs bijî, ev têkoşîn wê bidome.
Jin, Jiyan, Azadî!
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)
25’ê Mijdara 2026’an










