Home 2026 Axaftina Berdefka YPJ’ ê Ruksen Mihemed derbarê maf û cihê jinê di...

Axaftina Berdefka YPJ’ ê Ruksen Mihemed derbarê maf û cihê jinê di pêvajoya siyasî ya Sûriyê de

91

YPJ’ êdi van 15 salên xebata xwe de roleke dîrokî di pêşxistina jiyana jinan û guhertina hişmendiya civakê de lîstiye. Armanca wê ne tenê parastina leşkerî , lê di heman demê de xebat kiriye ku jin di qadên siyasî, perwerdehî, civakî û leşkerî de xwedî rol û biryarder be.

Bi damezrandina YPJ ‘ê re, jinan îspat kir ku dikarin xwe biparêzin, rêxistin bikin û di hemû qadên jiyanê de xwedî berpirsiyar bin. YPJ ‘ê ji bo jinan bûye dibistana nasîna hebûna xwe, dîroka xwe û mafên xwe. Herwiha, berxwedan û pêşengiya şervanên wê bûye sembola cesaret, azadî û xwebûnê.

Îro di pêvajoya siyasî ya Sûriyê de, divê cihê jinê di biryardayînê û rêveberiyê de were misogerkirin. Ji ber ku Jinên Sûriyê xwedî tecrûbe û ezmûnên mezin in û mafê wan heye ku di avakirina paşeroja welatê xwe de bi awayekî çalak beşdar bibin.

Di çarçoveya Peymana 29′ ê Çileyê de, em dibînin ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyê heta niha di warê mafên jinan de gavên têrker neavêtiye û jin di cihên biryardayînê de xwedî roleke baş nînin.

Jinên Sûriyê bi giștî, xwedî tecrûbe û ezmûnên mezin in di warê parastin û ewlehiyê de . Piştî gelek danûstandinên ku bi Wezareta Karên Hundirîn re, di demekê sicîlên şervanan hatine  rakirin hîn bersiv jî nehatiye dayîn û gavên ku bêne avêtin, dereng dimînin,  herî dawî  erkên taybet weke YPJ’ hat qebûlkirin. Weke togay nehat qebûlkirin, lê weke du tabûr hat qebûlkirin, yek girêdayî Helebê ku Kobanê û Efrînê  dihewîne û ya din girêdayî parêzgeha Hesekê ye.

Daxwaza me ew e ku maf, hebûn û beşdariya jinan di hemû qadên siyasî û leşkerî de were misogerkirin.