Home 2026 Ji Raya Giştî ya Cîhanê û Gelê Me yê Welatparêz Re

Ji Raya Giştî ya Cîhanê û Gelê Me yê Welatparêz Re

83

Dîrok ne tenê şahidê serdemên tarî ye, di heman demê de şahidê berxwedana ku tarîtiyê parçe jî dike ye. Kobanî, di bîra mirovahiyê de ne tenê bajarek e; ew xeta berxwedana rûmetê ye, qada ku jiyanê li ser mirinê bi ser xistiye û keleha berxwedana bêhempa ya YPJ’ê ye.

Di salên ku pêlên tarîtiyê li cîhanê rabûn û çeteyên hov xwestin mirovahiyê têk bibin, Kobanî bû cihê ku stêrka azadiyê  ji nû ve lê hilat. Li ser kolanên ku bi xwîna lehengan hatin rengînkirin, îradeya jina azad nîşan da ku tu desthilatdariya tarî nikare li hemberî daxwaza jiyana azad bisekine. Weke ku Arîn Mîrkan bi çalakiya xwe ya fedayî bircên vî bajarî kirin stargeha ronahiyê, fermandar û hevrêyên leheng ên wekî Gêlhat, Diyar Bagok, Rêvan, Herdem, Destîna qendîl , viyan Peyman, zehra û Îvana hûvmên jî bûn sembolên vê têkoşînê. Îro jî her jineke YPJ’ê li ser wê şopa pîroz dimeşe.

Ya ku berxwedana Kobaniyê kir destaneke bêhempa, yekîtî û hişmendiya neteweyî ya gelê me bû. Di wê serdema dîrokî de Kobanî ne tenê bi qehremaniya xelkê xwe, bi helwesta bi rûmet û tevlêbûna bi coş a keç û xortên ji her çar parçeyên Kurdistanê (Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava) ve bû sembola yekîtiya neteweyî. Ji Serhedê heta Botanê, ji Germiyan û Hewlêrê heta Mehabad û Sineyê, bi taybet jî piştgirî û serhildana gelên Bakurê Kurdisanê ya ku bi rojan li ser sînor dewam kirin  bi hezaran dilxwazên azadiyê sînorên xêzkirî parçe kirin û mil bi milê şervanên YPJ û YPG’ê li dijî tarîtiyê şer kirin. Ev helwest nîşan da ku dilê Kurdistanê li Kobanê bi hev re lê dide.

Di heman demê de, Kobanî bû wijdana cîhanê. Di 1’ê Mijdarê de, dema ku gelên cîhanê ji Parîsê heta Berlînê, ji New Yorkê heta Abya Yalla Tokyo heta Amed û Qamişloyê daketin qadan û gotin “Em hemû Kobanî ne”, wan nîşan da ku berxwedana Kobaniyê ne tenê ya Kurdan e, berxwedana tevahî mirovahiya azadîxwaz e. Ew piştevaniya gerdûnî bû hêza ku tarîtiya DAIŞ’ê şikand.

Weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), di 1’ê Mijdarê Roja Kobaniyê ya Cîhanî de em careke din tekez dikin ku berxwedana Kobaniyê bingeha serkeftina gelên me û îspata yekîtiya me ya azad e. Vê destanê  nîşan da ku jinên bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” xwe bi rêxistin dikin û gelê me yê ku li çar parçeyên Kurdistanê li dora vê xetê bûye yek, dikare çarenûsa sedsalekê biguherîne.

Li ser vê bingehê, em li hemberî bîranîna hemû şehîdên xwe yên leheng ku canê xwe dan da ku em îro bi serbilindî li ser vê axê bijîn, bejna xwe ditewînin.

Soza me ji bo şehîdên me û gelê me yê welatparêz ew e ku em ê heta dawiyê xeta berxwedaniyê biparêzin, destkeftiyên vê axê mezin bikin, yekîtiya neteweyî xurttir bikin û welatê xwe ji her cure tarîtiyê re bikin qada ronahiyê.

 

Bijî Yekîtiya Jin û Gelê azadîxwaz!

Şehîd Namirin!

Fermandariya giştî ya YPJ’ê

1’ê Mijdarê Roja Kobaniyê ya Cîhanî

1.11.2026