Home 2026 Ji Bo Raya Giştî û Hemû Jinên Têkoşer

Ji Bo Raya Giştî û Hemû Jinên Têkoşer

34

Girtina biryara darvekirinê ji bo çalakvan û girtiya siyasî ya jin a Kurd Werîşe Muradî ji aliyê Rejîma Îslamî ya Îranê ve, berfirehiya siyaseta qirkirina jinê û êrîşeke rasterast e li ser îrade û azadîxwestina tevahiya jinan. Dîroka Rejîma Îranê şahidê wê yekê ye ku desthilatdariya paşverû her tim xwestiye berxwedana gelê Kurd û pêngavên rizgariya jinê bi sêdar û tirsê bitebisine. Ji Şêrîn Elemhûlî heta Zeynep Celaliyan û îro jî Werîşe Muradî, siyaseta çewsandina jinên berxwedêr di bingeha hişmendiya vê desthilatdariyê de cîh digire. Vê desthilatdariya ku ji felsefe û dengê “Jin, Jiyan, Azadî” ditirse, îro dîsa dixwaze bi van biryarên dermirovî tolê ji kevneşopiya berxwedanê û ji pêşengên jin bistîne. Lê dîrokê gelek caran nîşan daye ku tu siyasetên tirsandinê û tu sêdar nikarin îradeya jinên ku ji bo azadiyê rabûne ser piyan bişkênînin.

Werîşe Muradî îro ne tenê girtiyeke siyasî ye, di heman demê de berdewamiya mîrata berxwedana jinên Rojhilatê Kurdistanê û sembola tekoşîna li dijî paşverûtiyê ye. Êrîş û xetereya li ser jiyana wê, berdewamiya êrîşên li ser destkeftiyên dîrokî yên tevgera azadiya jinan e. Wek Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), em vê biryara îdamê û her cûre polîtîkayên darvekirinê bi tundî şermezar dikin. Em radigihînin ku ev siyaset bêhiqûqî ye û xefka faşîzmê ye ku dixwaze paşeroja civakê di taritiyê de bihêle.

Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan, saziyên navneteweyî û tevgerên jinan ên cîhanî dikin ku li dijî van cezayên darvekirinê bêdeng nemînin û xwedî li berxwedana girtiyên siyasî derkevin. Bêdengiya li beramberî van sûcan, rê li ber kûrbûna zilma desthilatdaran vedike. Em silavên xwe yên şoreşgerî dişînin bo berxwedana hemû jinên di zindanan de ku kevneşopiya têkoşînê ya dîrokî diparêzin, û em pênase dikin ku em ê di her mercî de bibin deng û parêzvanên maf û têkoşîna wan. Berxwedana jinan a ji bo azadiyê wê tu carî bi darvekirin û zextan paşve venekişe.

Bijî Berxwedana Jinan!

Na Ji Darvekirinê Re!

Jin, Jiyan, Azadî!

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)

21.10.2026