KOBANÊ – Endama Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê Rodîn Mihemed bertek nîşanî êrişên li ser wêneyên şehîdan ên li Hesekê da û got: Em vê bêrêziyê qebûl nakin.
Rodîn Mihemed diyar kir ku ev çend roj in li taxa Xwêran a Hesekê hin kes bi awayekî bi zanebûn tevlîheviyê derdixin û êrişî wêneyên şehîdan dikin.
‘Ev êriş li dijî hemû gelan e’
Rodîn Mihemed wiha axivî: “Ev şehîd ji bo azadiya axa Sûriyê û ji bo parastina hemû gelan ji komkujiyê canê xwe feda kirin. Destdirêjîkirina li ser wêneyên wan ne tenê destdirêjiya li ser malbatên wan e, destdirêjiya li ser hemû nirxên me ye. Ev bi eşkereyî binpêkirina hiqûqê ye.
“‘Armanc têkbirina pêvajoya entegrasyonê ye’
Mihemed destnîşan kir ku armanca van êrişan têkbirina pêvajoya entegrasyona Sûriyê ye û wiha domand: “Ev bêrêzî wê rê li ber avakirina Sûriyeke hevbeş nagire? Berevajî vê, ev kiryar hewldana astengkirina entegrasyonê ye. Divê dewleta Sûriyê van êrişan bibîne, pêşî li xerabkariyan bigire û hesab ji berpirsiyaran bixwaze.”
‘Em ê bibin şopdarên riya wan’
Rodîn Mihemed peyama xwe wiha bi dawî kir: “Divê Sûriyeke demokratîk û azad bi destê hemû neteweyan bi hev re were avakirin. Em weke dayîkên dibêjin, em ê heta dawiyê şopdarên riya şehîdên xwe bin.
Şehîd namirin.”










