Home 2026 Ev kiryara li ser wêneyên şehîdan li dijî nirxên me ye

Ev kiryara li ser wêneyên şehîdan li dijî nirxên me ye

59

KOBANÊ –  Edlê Bekir li hemberî êrişên ku li taxa Xwêran a Hesekê li ser wêneyên şehîdan pêk tên bertek nîşan da.

Edlê Bekir got: “Em wek gelê Kobanê vê kiryara li ser wêneyên şehîdan şermezar dikin. Şehîdên me ji bo me nirx in, rûmeta me ne, ronahiya çavên welat û axa me ne. Em îro bi xwîna şehîdan li ser piyan e.”

‘Ev kiryar li dijî jinan e’

Edlê Bekir wiha domand: “Êrişa ku îro li ser wêneyên şehîdan tê kirin, di rastiyê de êrişa li ser jinan e. Ev kiryar şîroveyeke cuda hilnagire, kiryareke li dijî hemû nirxên me ye. Em vê kiryarê şermezar dikin, em li hemberî bêdeng namînin û qebûl nakin.”

‘Kezî sembola têkoşîna me ye’

Edlê Bekir bal kişand ser wateya keziyê û got: “Îro destdirêjî li ser keziyên me tê kirin. Bila dewlet vê baş bizanibe, ev kezî sembola me ne. Ew keziyên ku dinyayê ji hovîtiya DAIŞ’ê rizgar kirin, keziyên şervanên me bûn. Hêza ku dawî li hovîtiya DAIŞ’ê anî YPJ bû.”

‘Em ê têkoşînê mezintir bikin’

Edlê Bekir di dawiyê de got: “Peyama min ewe ku kes li hemberî vê kiryarê bêdeng nemîne. Em xwediyê bi hezaran şehîdan in û tu kes nikare pêşî li têkoşîna me bigire. Em ê wek jin, wek dayikên şehîdan têkoşîna xwe hîn xurtir bikin.”