Li Dêrîkê Bi Boneya 10’emîn Salvegera Damezirandina YPJ’ê Pêşengeh Hate Vekirin

5

Rêveberiya Çandê a herêma Cizîrê, Tevgera Hilala Zerîn a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê,Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê, Dîwana Wêjeyê a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 10’emîn salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jin, pêşangeheke wêneyan ji bo jin, dayîk û şervanan vekirin û di vê çarçoveyê de deqeyek rêz ji bo giyanê şehîdan hate girtin. Paşê li ser navê Rêveberiya Çandê ya herêma Cizîrê axaftinek ji aliyê: “Feryal Jolly” û endama Komîteya Amadekar ve hat kirin. Di heman demê de gotinek li ser navê  YPJ, ji hêla nûnera YPJ’ê Lana Husên ve hat kirin. Pişt re helbestên “Anahîta Sinû”, “Hêdî Kevir”, “Gulistan Ehmed”, “Rabîa Um Rêzan” hatin xwendin.
Û 50 wêne di çarçoveya çalakiyên pêşangeha wêneyan de,  li navenda çandê ya bajarê Dêrikê ji mevanan re hate pêşkeş kirin.