Şervanên HXP, Rojbûna Rebertî û Salvegera Avabûna YPJ’ê Pîroz Kirin

3

Şervanên Erka Xwe Parastinê 4’ê Nîsanê Pîroz Kirin

 

Bi Boneya Salvegera 10’emîn a Damezirandina YPJ’ê û Rojbûna Serok APO şervanên Erka Xwe Parastinê  pîrozbahî li darxistin. Şervana bi navê Denîz Cotkar a HXP di derbarê rojê de wiha hestên xwe anîn ziman; “Em weke hêzên jin 10’emîn Salvegera Damezirandina YPJ’ê li hemû jinên azadîxwaz pîroz dikin û bi taybet jî li hêzên jinan ên li çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikin. Weke ku tê zanîn îro rojbûna Rêber APO ye. Em rojbûna  Rebertî di serî de li wî pîroz dikin, em rojbûna Rêbertî li tevahî jinan û gelan pîroz dikin û em dibêjin emê bibin şopdarên doza Rêberê xwe.”