2018NûçeWêne

 Tekoşîneke ji Botan’ê heya Efrîn’ê

 Tekoşîneke ji Botan’ê heya Efrîn’ê

Kînem Tolhildan/ HESEKÊ

Ji bo ku bibe keçek Kurd ya layiqî doza gelê xwe, bê rawestîn û bê navber berê xwe da qadên herî zehmet.

Erdnîgarîya Kurdistan’ê  bi hezaran sale şahîdiya lehengiyan dike. Lehengî û tekoşîna ku li ser xaka Kurdistanê hatiye jiyin, wek mirasên herî bi nirx heta roja me ye îro hatiye. Bi xwedî derketina  keç û xortên Kurd ya ji mirasa tekoşînê re, îro jî  dîrokekî  tîjî berxwedan  tê nivîsandin. Ev  çîrokên lehengiyê  nîşaneya  rastiya girêdanbûna ax û welat e.

Tekoşîn Tolhildan (Sultan Aybek) jî yek ji van jinên leheng bû ku di nava çirokên lehengiyê de mezin dibe. Tekoşîn 13’ê Mijdara 1992’an li bajarê Edene, di nav malbateke welatparez de çavên xwe  li cîhanê vedike. Aslê xwe ji eşîra Diderî ye Sêrt’ê ye. Salên  1990’ê  de ji ber polîtîkaya qirkirinê ya li ser gelê me ye Botanê û erîşên Dewleta Tirk a dagirker yên li ser gelên Kurd neçar dimînin ku koçberî metrepolên Tirkiye bibin. Rûxme hemû zilm, zordarî û koçberiya ku dijmin li ser malbatê ferz kiriye jî, tû tişt li hemberî  malbata Aybek nebûye asteng ku welatpareziya xwe, dîroka xwe yê berxweder û serhilder ji bîr bikin. Ji ber ku Botan hem weke gelê  xwe hem jî weke  erdnigariya xwe jî ticarî  ji serdestan re rê  nedaya  û hertim serxwebûne xwe parasti ye. Ev jî dibe sedem ku kesayetên Botanê jî tûcarî bindestiyê,  ji xwe re qebûl nekin û timî di nava berxwedanî de bin.

Giredana malbatê, ya welat û çandê dihele ku heval Tekoşin hîn di temenê ke biçûkta bi hesreta ax û welateke azad re mezin bibe û bi vî avayî hêrsa tolhildana ji dijmin dilê wê de peş bikeve. Di nav malbateke ku  xwedî şoreşger û şehîdan de mezin dibe.  Ji ber ew bajarên Tirkan de mezin bibû, bi êşa koçberîyê dizanîbû û hertim di nava lêgerina welateke azad dabu.

 

Jiyan  bi ked û baweriya ji serkeftinê re tê avakirin

Heval Tekoşin li pey lêgerînên xwe diçe û serbilindiyek mezin berê xwe dide riya rûmet e. Heval Tekoşîn piştî tevlî nava refên azadiyê dibe ji bo ku lêgerînên xwe re bibe bersiv û bibe keçek Kurd ya layiqî doza gelê xwe, bê rawestîn û bê navber berê xwe dide qaden herî zehmet. Li hember hemû erişên dijmin yên fizikî û zihnî tekoşîn dimeşînê. Rêheval Tekoşîn di ferqa erk û berpirsyartiyên xwe yên dirokî dabu. Jiyan  bi ked û baweriya ji serkeftinê re tê avakirin, heval Tekoşîn jî ev ji xwe re kiribû pîvanê esasi ya jiyan ê. Dijmin bi hezaran sale dixwaze gelê Kurd yê esîl  biperçiqîne. Sekna serhildêrên weke hevrê Tekoşîn ev hewildanên dijmin vala hate derxistin. Tekoşîn,  ji dilê xwe yê germ ji Botanê heta Efrîne bû tolhildana gelê xwe.

 

Cihe ku heval Tekoşin lê bu Ew der hertim bi rihe hevaltiya APO’yi di xemilî

Bi rihê hevaltiya xwe ya ji dil bersiva herî tûj da dijminan. Ew heman demê fermandarek bu ku hertim şervanên xwe re peşengtî dikir û ew pêş dixistin. Di çavên wê de hêvî li ser rûyên wê  jî ken kêm nedibû. Baweriya di dilê wê de ewqasî mezin bû ku ji bo hevalên xwe  her tim dibû çavkaniyeke ilhamê. Cihe ku heval Tekoşîn lê bu ew der hertim bi rihê hevaltiya APO’yi di xemilî. Van taybetmendiyên wê hişt ku  di dilê her hevrê û şervaneke  xwe de cihê xwe bigre. Dilê wê bi hesreta ji axa welat re  tijî bû.  Ji bona vê jî çi pewist bê, bê ku dûdîlî jiyan bike pêk danî. Ew şervana gelê xwê û fedaiya axa xwe bû û bi vê berpirsyartiyê jî berê xwe da qadên şer. Ew bi qerîna zarok, jin û  dayikan hesiya bu, hawara gelê xwe bihîsti bû û bi dilxweşiyekê mezin tevlî meşa serkeftinê bû. Di Rojavayê Kurdistanê’de tevlî gelek pêngavên rizgarkirinê bu. Li hemberî ew dijminê hov ku armanca wî tûnekirina fikrê netewa demokratîk bû, heval Tekoşîn ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelan bû tekoşînvaneke azadiyê. Wê ji bona mirovahiye şer dikir. Wê êşa koçberiyê dizanibu û ne dixwest  êdî gelê Kurd bi heman çarenûsa re rû bi rû bimîne. Ji ber wê jî dil û mejiyê xwe xistibu xizmeta vê tekoşinê.

 

Herî dawîye di dîroka 20 Çileya 2018’an Dewleta Tirk a xwinmij û çeteyên wî bi 72 balafirên şer êrişî bajarê Efrînê kir, heval Tekoşin bi israr û bi baweriya xwe ya ji serkeftine re berê xwe da Berxwedana Serdem ê. Di enîyên herî peşde wek fermandarek pêşeng cihe xwe girt. Bi kesayeta xwe ya Apoyî di dil û mejiyê dijmin de fişeka esasî teqandibû.  Di enîyen şer de jî bi germahiya dilê xwe  ve hêviya ronahiyê  dida derdorê xwe. Weke gelek fermandaran bi qehremantî û pêşengtiyeke bêhempa mohra xwe li dirokê xist û bi tipên zerîn navê xwe li ser rûpelên dîrokê danivîsand. Heval Tekoşin jî,  ji bo ku hevalê xwe xilas bike, xwe di dilê  qirkerê Kurdan de teqand. Û di diroka 10 Adara 2018’an de li Girê Kefersefre a navçeya Cindiresê ya bajarê Efrine gêhişte asta şahadet ê. Heval Tekoşîn heta nefesa xwe ya dawî jî bi heskirina xwe ye ji ax,welat û hevrêtiya doze re li hemberî dijminê hov şer kir û di nava taritiya serdemê de bû yek ji çirayên ku rêya gelan ronî kir. Wê bi vê helwesta xwe hişt ku şopa wê di dirokê de bimîne û tekoşina gelên azadixwaz mezin bibe.

 

 

 

 

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button