Şoreşa Rojava Bi Navê YPJ Gihîşt Wateya Xwe Ye Rasteqîn

7

Têgeha şoreşa gelan a li ser axa bakûr û rojhilata Sûriyê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû afirand. Di demên ku herêm ji ber polîtîkayên rejîma BAAS û hêzên hegemon di nava qeyranê dabû, weke gel derfetên çarenûsa xwe bi xwe diyar kirinê  derkete holê.  Li ser vê bingehê jî me bi ked û tekoşîneke mezin, biryara avakirina pergala konfederalîzma demokratîk da. Bê ku em piştevaniya tû hêzêkî din bigrin, me bi hêza xwe ya cewherî û bi baweriya xwe ye ji jiyana azad re gav bi gav axa xwe ya ku bi  desthilatdarî û êrîşên  hegemonan re rû bi rû bû, ji hemû polîtîkayên qîrkirinê parast û rizgarkir.

Di tevahiya şoreşên ku li cîhanê pêk hatine de, heta dawiyê berjewendiyên gel û civakan nehatiye parastin. Lê şoreşa Bakûr û Rojhilata Sûriyê paradigmaya civakeke ekolojik,demokratîk û azadîxwaziyê jinê ji xwe re kir bingeheke esasî, ji ber wê jî îro li erdnîgariya me têgeha şoreşê li gorî cewhera xwe ye heqîqî bi wate bû. Li ser vê hîmê jî YPJ weke hêzeke sereke berpirsiyartiya peşerojeke azad a civaka xwe bi dilekî wêrek da ser milên xwe. Di destpêkê de cih girtina jinan a di nava YXK-YPG de ji bo rêxistinkirina jin û gelan roleke diyarker lêyîst û di heman demê de rotayeke rast da hêzên parastinê da ku ji bo berjwendiyên gelan bi rêbazên rast tekoşîna xwe bilind bikin. Helbet cih girtina YPJ’ê di nava hêzên parastinê de, bû modelek. Me di şênberiya şoreşa Rojava da dît ku ger hevretiyeke rast a jin û zilam pêk were, encax wê demê şoreş dikarin bikevin bin xizmeta gelan. Di heman demê de Şoreşê bi vê yekê re şêwazê jiyana wekhev û azad a civakan îfade kir. Bi şoreşa jin a Bakûr û Rojhilata Sûriyê re jinan carek din wateya hebûna xwe a ku bi hezaran salin, ji aliyê destê zilamên serdest ve hatibû dîzîn, nû da bidestxist. Bi rêxistinkirina gel heta perwerde kirin û di warê leşkerî de xwe pêşxistina jinan, di çarçoveya xeta parastina rewa de li hemberî hemû dagirkerî û êrîşên heyî asteke tekoşînê a bê eman danî holê.  Hebûna jin a di qada şer de li ser bingeha nirxên xwe yê civakê parastinê pêşket. Şervanên YPJ li ser van nirxan di qada şer de bi pîvanên şerê gelê şoreşgerî parastina nasname, hebûn, ziman, çand û vîna azad a gelê xwe kir. Ji bo wê jî Şoreşa Rojava bi navê YPJ gihîşt wateya xwe ye rasteqîn.

Li hemberî hemû destdirejî û polîtîkayên tûnekirina vîna azad a gelê me, wê YPJ weke hêzeke sereke tekoşîna xwe ya bê eman û bê rawestin bidomîne. Me 11 salên ku di nava xwe de tekoşîn, berxwedanî, qehremanî û rihê fedayîtiyeke pir mezin dihewîne, li pey xwe hêlîşt. Helbet de di nava vê serpehatiye me ya di nava Şoreşê de, gelê me her dem li keleka me bû. Ya ku hîşt  Şoreş pêk were yekitiya gelan bû. Ji ber wê jî cardin wê ji bo domandin û mayîndekirina Şoreşa Jin a Rojava rihê yekitiya gelan rolekî diyarker bilêyize.

Gelek fermandarên me yên pêşeng  û şervanên me yên hêja giyanê xwe diyarî Şoreşa Jin a Rojava kirin. Weke YPJ’ê emê jî di oxira doza azadiya gelê xwe de her dem li pey van nirxên xwe yên pîroz bin û  ji bo mayînde kirina şoreşê emê tekoşîna xwe bidomînin. Em li ser van hîman salvegera şoreşa jin û gelan a 19’ê Tîrmehê di serî de li gelê herêmê û  tevahî civakên azadîxwaz pîroz dikin.

Fermandariya Giştî a YPJ’ê

18.07.2023