Salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li bajarê, Qamişlo, Amûdê û Tirbêspiyê ji aliyê gel ve bi coşeke mezin li Stadyoma Şehîd Heysem Kiço hat pîrozkirin.
Her wiha di şahiya hatiye li darxistin de koma Şehîd Zîlan û koma Şehîd Sakîne stran gotin. Di heman demê de li ber stranên ku hatin gotin dîlana azadiyê hate gerandin. Bi boneya Salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser navê Rêveberiya Xweser û Kongra Star ve peyam hatin dayîn. Di destpêka van peyaman de şoreşa 19’ê Tîrmehê li şervanên YPJ, YPG Û QSD’ê hate pîrozkirin. Her wiha Henîfa Mihemed jî anî ziman ku; “Ev hêz û coşa şoreşê bi saya Paradigmaya Rêber APO gihîştiye van rojan”. Mihemed di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman; “Şoreşa Jinê îro li her devera cîhanê deng vedaye. Li dijî Şoreşa Jinê dijminên xedar bi her awayî êrîşî me û nirxên me dike. Lê bila dijminê dagirker baş zanibe ku hêza me ji Paradigmaya Rêber APO girtiye wê bihêle Şoreşa Jinê bigihîje astekî gerdûnî. Bi vî awayî em ê bi hemû hêz û vîna xwe ve planên dagirkeriyê vala derbixînin.”









