Home Nûçe Şandeya Yekîtiya Jinên Êzidî bi boneya salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê serdana Yekîneyên...

Şandeya Yekîtiya Jinên Êzidî bi boneya salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê serdana Yekîneyên Parastina Jin kirin.

107

Şandeya Yekîtiya Jinên Êzidî bi boneya salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê û salvegera yekemîn a şehadeta Fermandarên YPJ’ê Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û endama Yekîneyên Antî Terorê Barîn Botan serdana YPJ’ê kir. Şandeya mêvanan ji aliyê Berdevka Yekîneyên Parastina Jin Ruksen Mihemed û Rêvebera Buroya Têkiliyên Leşkerî ya YPJ’ê Lana Hisên ve hatin pêşwazîkirin. Şandeya jinên Êzîdî û YPJ’ê bi taybet li ser fedekariya Yekîneyên Parastina Jin a di meşa şoreşgerî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  nîqaş kirin.

Navenda Ragihandina YPJ