Şêniyên bajarê Hesekê bi girseyeke mezin şehîdên xwe ber bi bêdawîbûnê ve oxir kirin.
Bi sedan kes ji bajarê Hesekê beşdarî merasîma oxirkirina 4 şehîdên Yekênîyên Parastina Jin bûn. Avaşîn Cûdî, Bêrîvan Ebdî Xelef, Hîba Bekir û Emîna Silêman dema li ser erka xwe bûn di encama qezayekê de di 27’ê Tîrmehê gihîştin asta şehadet ê. Weed Elî Xelûf yê ku di 27’ê Tîrmehê de li ser riya bajarê Qamişlo di encama êrîşa balafira keşifê a Tirk de şehîd bibû jî di heman merasîmê de ber bi bê dawîbûnê ve hate oxir kirin.
Merasîm li goristana şehîd Dijwar a bajarê Hesekê bi deqeyekê rêzgirtin şûnde, bi tevlîbûna sedan şêniyên bajarê Hesekê hate destpêkirin.
Li ser navê Yekîneyên Parastina jin Rêvîn Kobanê axivî û got: “Hebûna me bi saya şehîdên me ye, vegotina şehîdan zehmete ji ber tu pênase têrî keda wan nake ku mirov qala wan bike. Lê divê ku her kes jî wan nas bike, ji ber şehîdên me afirînerên şoreşê ne. Careke din em sersaxiyê ji malbat û tevahî gelê Kurd re dixwazin.”
Di dawîya merasîmê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Şehîd bi dirûşme û tilîliyan hatin oxir kirin.
Navenda Ragihandina YPJ’ê









