Şêniyên bajarê Qamişlo li  goristana şehîd Delîl Sarûxan şehîdên xwe oxir kirin

5

.Îro bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo li goristana şehîd Delîl Sarûxan şehîdên xwe oxir kirin.

Merasîma oxirkirinê di nava girseya gel de, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdan dest pê kir. Piştre li ser navê Tevgera Jinê Fîdan Hesekê axaftin hat kirin û bal kişand ser berxwedana van her sê rêhevalên ku ji bo hemû hevrêyên xwe bûne çavkaniya moralê. Her wiha di berdewamiya axaftina xwe de berxwedana rêheval Rojna Egîd a li lûtkeyên çiyayên Kurdistanê bi kedeke pir mezin heta Rojavayê Kurdistanê û tekoşîna xwe berdewam kir. Têkoşîna wê di hemû qonaxên ku Şoreşa Rojava tê de derbas bû, bi awayekî zelal li pêşberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rawestiya. Siyaseta dewleta Tirk a dagirker ew e ku hem êrîşî destkeftiyên gelê me û hem jî li ser şoreşê bike.

Fîdan Hesekê her wiha bal kişand ser planên ku dewleta Tirk a dagirker ji bo têkbirina hewldanên aştiyê yên li herêmê pêk bîne. Lê belê fikra Rêber Apo û neteweya demokratîk hemû gel ji xetereya konseptên dagirkeriya Tirk ên ku dixwaze di nava gelan de bi cih bike, rizgar kir. Niha mil bi mil li dijî dagirkeriyê şer dike û hemû planên dijmin pûç kiriye.

Fîdan Hesekê di dawiya axaftina xwe de behsa têkoşîna her du rêhevalên Reşîd û Herkol kir û wiha got: “Her du rêheval di parastina xaka xwe û gelê xwe de bi dilnizmî û fedakar bûn. bi wî moralî, ruhê welatparêzî û girêdanbûneke bilind heta gihaştin asta şehadetê.”

Di merasîmê de keçeke ji bajarê Qamişlo navê rêheval Rojana li xwe kir û çeka wê hilgirt û tevlî nava refên Şoreşa Azadiyê bû.

Û li ser wesiyeta şehîd Herkol ku gotibû, “Eger rojekê ez şehîd bibim, ez hêvî dikim ku her kes di merasîma oxirkirinê de li sirûda “Ez şehîdê Rêber Apo me” guhdarî bike. Û li gorî wesiyetê. ya şehîd, sirûda “Ez şehîdê serok me” hat guhdarîkirin.

Di dawiya merasîmê de wesîqa şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Rêber Apo” cenazeyên şehîdan spartin axê.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin