Dîmenek ji şerên ku di navbera hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de qewimîn, saet di 00:00’an de destpê kir. Giraniya şer gehişte gundên bakurê rojavayê bajarê Minbicê, ji wan: Ereb Hesen, Um Celûd û Um Adasa, û şerên herî dijwar li gundê El-Tuxar li bakurê rojhilatê bajarê Minbicê rûdan. . Di dema ku hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li dijî êrîşên çeteyên ku dixwestin derbasî herêmên di bin parastina meclisa leşkerî de bibin, dijwariya pevçûnan bi çekên giran û navîn heta kirin û heta seetên sibehê roja înê 8’ê îlon’ê 2023 dewam kir .
Navenda Ragihandina YPJ








