Merasîma bîranînê li bajarê Qamişlo bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdan dest pê kir.
Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Remziya Mihemed axivî û got: Em ji vê menbera pîroz, şehîdên xwe yên qehreman ên ku canê xwe feda kirin ji bo hemû pîroziyên vî welatî bi bîr tînin û em şifaykî lezgînî ji bo hemû hevalên xwe yên birîndar dixwazin. Her wiha em ji hemû malbat û xizmên şehîdan re sersaxiyê dixwazin.
Remziya Mihemed di axaftina xwe de bal kişand ser kombûna gel a li dora fikra Rêber Apo û wiha got: Ramanên Rêber Apo ramanên ku hemû çand û neteweyan li hev dicivîne û êdî dikarin mil bi mil li dijî dijminê hevpar şer bikin û bibin yek. ji bona welatekî azad bi hev re di yek xendekê de şehîd ketin. Dayikên ku pêşwaziyz şihadeta zarokên xwe, yên di refên têkoşînê de şehîd bûne bi tilîliyan dikin, bûne mînaka pêşwaziya azadiyê.
Di dawiya axaftina xwe de Remziya Muhemed wiha got: Çi dibe bila bibe em dest ji xwîna şehîdên xwe bernadin û heta dawiyê em ê layîqê rêberê xwe bin.Bijî rêber APO, şehîd namirin.
Di dawiya bîranînê de navên şehîdan hatin xwendin, bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyên “Şehîd namirin, bijî Rêber Apo”.
Navenda Ragihandina YPJ










