ÇALAKIYA TOLHILDANA ŞEHÎDÊN MINBICÊ
Şervanên me ji bo tolhildana şehîdên Minbicê, Fermandar Şervîn Serdar û hevrê Nûcan Ocelan û Canda Cûdî ku di 15’ê Îlonê de ji aliye dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn şehîd xistin, çalakiyeke tolhildanê lidarxistin.
Çalakiya tolhildanê li ser baregeha çeteyên Siltan Murad a girêdayî dewleta Tirk a dagiker in, di navbera gûndê Til Elî û El Şihêb ya Minbicê de pêk hat.
Di encamê vê çalakiyê de 5 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û 7 çete jî birîndar bûn. Di encamê çalakiyê de herwiha 3 çeper, çekek bi cureya doçka, çekek RPG, çekên navîn û 2 wesayitên çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin rûxandin.
Navenda Ragihandina QSD’ê










