Îro sal vegera Şehadeta hevrê Sema Derya Mezlûm û Peyman Elî ye. Di bîst û duyê Îlona 2014’an de li gundê Mebrûka rêhevala me ya pêşeng Sema Derya Mezlûm û Peyman Elî bi lehengiyeke mezin şehîd bûn. Rêheval Sama keça dilpak û cesûr ya Efrînê û rêheval Peyman Elî keça Amûdê ya ciwan û fedakar, ji bo ku di şerên dijwar de piştgirî bidin hevalên xwe, ji bo rûbirûbûna rêxistina terorîst a DAIŞ`ê, bilez tevlî şer bûn. Wê demê Kobanê rastî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê hat.
Di wan şeran de rêhevala qehreman Sama Darya Mezlûm û Peyman Elî tevî hejmarek ji hevrêyên din gihîştin asta şehadetê û li ser rûpelên dîrokê şopeke rûmetê hiştin ku bi demê re nayê jibîrkirin.
Rûmet û ebedî ji canê wan yê pak re
Navenda Ragihandina YPJ