YPJ′ê jina ciwan ya Êzidî Feryal Îbrahîm ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kiribû, radestî YBŞ′ê kir.

6

YPJ′ê jina ciwan ya Êzidî Feryal Îbrahîm ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kiribû, radestî YBŞ′ê kir.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 19′yê Îlonê ciwana Êzidî ya bi navê Feryal Xidir Îbrahîm ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kiribû.

Dema çeteyên DAIŞ′ê êrişî Şengalê kiribû, Feryal Xidir Îbrahîm 12 salî bû. Dema xelkê Şengalê hewl da ji hovîtiya DAIŞ′ê rizgar bibe, çeteyan rê li pêş wan girt û gelek ferdên malbata Feryalê û gelek şêniyên Şengalê revandin.

Bi merasîmeke li navenda Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya li Hesekê, Feryal Îbrahîm hate radestkirin. Di merasîmê de şandeyeke YPJ′ê bi serokatiya berdevka YPJ′ê Rûksan Mihemed, hevseroka Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm û şandeyeke YBŞ′ê bi serokatiya fermanar Omer Şengalî amade bûn.

Di merasîma radestkirinê de berdevka YPJ′ê Rûksan Mihemed axivî û îşaret bi êrişên li dijî êzidiyan kir û bi qirkirinê bi nav kir û wiha got: “Ruxmî qetilkirin, qirkirin û komkujiyên li dijî civata êzidî, lê ew bi rêgez, prensîb û ola xwe ve girêdayî ye, bindestî qebûl nekir û li dijî çeteyan li ber xwe da û hîna jî ev berxwedan dewame.”

Rûksan wiha anî ziman: “Bi berxwedan û hevgirtinê emê tevahî planên çeteyan têk bibin û soz didin tevahî êzidiyan ku em wan ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar bikin û mafên wan biparêzin.”
Di dawiyê de Feryal Îbrahîm jî spasiya YPJ’ê kir.