
Gelê bajarê Qamişlo Bi Merasîmeke Girseyî Şehîd Herdem Çiya Oxir Kirin
Merasîma oxir kirina Şehîd Herdem Çiya bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan hate dest pê kirin.
Di merasîmê de bi navê saziya malbatên şehîdan Bavê Şehîd Omer EbdilKerim sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Hemû serkeftinên me pêş xistîye bi saya pêşengtiya şehîdan hatiye bidestxistin.”
Di merasîmê de endamê Meclîsa Leşgerî Mihemed Zêdan wiha got: “Şehîdên me ji bo doza ku pê bawer kirine canê xwe feda dikin.”
Wesîqa şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Di dawî de gelê Qamişlo û hevalên şehîd Herdem Çiya wî ber bi bê dawîbûnê ve oxir kirin.
Navenda Ragihandina YPJ