DaxuyanîWêne

Ji Gelê Me Û Raya Giştî Re,

Ji Gelê Me Û Raya Giştî Re,

Têkoşîn û berxwedaniya gelê me ya ku ji bo parastin û mayîndekirina şoreşê her roj geştir dibe. Gelê me yê ku ji bo her bihosteke axa welat berdêlên giranbuha dide, bi dilekî wêrek zarokên xwe ber bi refên şoreşê ve dikin rêwî. Bi taybet jî gelê me yê Efrînê, ruxmî dagirkeriya dewleta Tirk jî tucar dest ji kelecana xwe ye şoreşê bernadin û li hemberî her curê polîtîkayên qirkirinê sozdariya xwe ye bi azadî û serxwebûna welat re bilind dikin.

Hevrê ya me Yasmîn Îbrahîm bi nasnav Avaşîn Zinar li bajarê Efrînê di nava malbateke xwedî nirxên welatperweriyê de mezin dibe. Ev taybetmediya diyarker a malbatê di lêgerîn û hilbijartinên jiyana hevrê Avaşîn de roleke diyarker dileyîze. Hevrê Avaşîn hîn di zarokatiya xwe de bi lêgerînên jiyaneke azad mezin dibe. Çîrokên şoreşgerên welat ji bo hevrê Avaşîn dibe bersiva pirsa “Çawa Bijîn?”. Bi Şoreşê re weke jineke ciwan hebûna di nava refên YPJ’ê de dibîne û biryara beşdariya nava refên azadiyê dide.

Biryardariya bilind a hevrê Avaşîn di nava refên têkoşînê de di her kêliya jiyanê de xwe diteyîsand. Hevrê Avaşîn bi girêdan, dilsozî û baweriyeke mezin xwe di xeta azadiya jinê de perwerde kirinê esas girt. Li ser vê bingehê hevrê Avaşîn gavên xwe yên di nava refên azadiyê de ji bo avakirina pergaleke demokratîk û azad bi fedakariyeke bê hempa avêt. Bi kesayeta xwe ya wêrek hemû erk û berpirsiyartiyên ku şoreşê dan ser milên wê,  bê ku yek kêlî jî dudilî jiyan bike pêk anîn. Bi sekna xwe ye mînak bû yek ji şoreşgerên ku wê dîrok tu car navê wê ji bîr neke.

Hevrê ya me Avaşîn di dîroka 27’ê Cotmehê de dema ku li ser erka xwe bû, di encama qezayeke de tevlî karwanên nemiran bû. Em di serî de ji malbata hêja û qedir bilind a hevrêya xwe Avaşîn û tevahiya gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Girêdana me ya bi şehîdan çavkaniya esasî ya felsefeya me ye jiyanê ye. Şehîdên me di têkoşîna jiyana azad de meşaleyên ku rêya me ronî dikin in. Ji bo wê jî emê hemû xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd pêk bînin û di şexsê hevrê Avaşîn de bibin şopdarên doza tevahî şehîdên azadiya gelan.

Nasnameya Hevrêya me wiha ye:

Nasnav: Avaşîn Zinar

Nav û Paşnav: Yasmîn Îbrahîm

Navê dayîk: Mewlude

Navê bav: Welat

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê -27.10.2023

 

Fermandariya Giştî a YPJ’ê

13-11-2023

 

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button