NûçeWêne

Şêniyên Bajarê Qamişlo Şehîdên Meha Mijdarê Bibîranîn

Şêniyên Bajarê Qamişlo Şehîdên Meha Mijdarê Bibîranîn

Şêniyên bajarê Qamişlo 98 şehîdên meha Mijdarê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan bi bîr anîn.
Merasîma bîranîna şehîdan bi amadebûna gel, sazî û meclîsên sivîl û leşkerî bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyanê pakê yê şehîdên qehreman hate destpê kirin.
Li ser navê Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk Ekrem Mihemed axaftinek kir û wiha got: “Em di vê roja pîroz de şehîdên xwe yên qehreman ên ku ji bo vî welatî canê xwe feda kirine bi bîr tînin. Em ji hemû malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin. Emê her dem li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.”

Navenda Ragihandina YPJ’ê

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button