Merasîma Oxirkirina Şehîd Nacî Zîyad El Şercî

10

Merasîma Oxirkirina Şehîd Nacî Zîyad El Şercî

Gelê bajarê Qamişlo di şemîya 2023/12/2 Şehîd Nacî Zîyad li Pakrewangeha Delîl Saroxan oxir kirin
Merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêzgirtinê li ser gîyana Şehîdan hate despêkirin.
Bi Navê Meclisa leşgerî  Nezîr Sofî axivî û wiha got : Em bi şehadeta pêşengên xwe sebilind in ,
Em ne aşiqê şer in lê em ji bo parastina Ax û gelê xwe Şer dikin
Bi hezaran Şehîd xwe feda kirin da ku gelê wan bi ewle Jîyan bike.
Di merasîmê de bi navê saziya malbatên şehîdan Îsam Ibrahîm Bavê Şehîd Govend wiha got: Şehîd ew in yê ku meşaleya serkeftinê bilind kirine û temsîla wê dikin
Bi saya Şehîdan me li dijî mirinê serî rakir
Em ji Malbata Şehîd Nacî re sersaxîyê dixwazin
Wesîqa Şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Di dawî de gelê Qamişlo û hevalên Şehîd Nacî Zîyad wî ber bi bê dawîbûnê ve oxir kirin.

Navenda Ragihandina YPJ