DîmenNûçeWêne

Li bajarê Qamişlo Fermandar Ronî welat Hate oxir kirin

Li bajarê Qamişlo Fermandar Ronî welat Hate oxir kirin

Bi hezaran Gelê Qamişlo sibeha îna 2023.12.8 cenazeyê Fermandar Ronî welat bi meşek bi heybet li ser milan ber bi pakrewangeha delîl Saroxan meşîyan

Merasîma oxir kirina Şehîd Ronî welat bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna Şehîdan hate dest pê kirin

Di merasîmê de bi navê saziya malbatên şehîdan Masûm Hesen axivî û got:”dewleta turk ya faşîst nikare me bi hedef girtina Fermandarên me bişkîne, Kes nikare Roja me tarî bike. Emê li ser şopa Şehîd Ronî û Rê hevalên wî bin.”

Di merasîmê de bi navê Meclisa leşgerî Nûrî Mehmûd wiha got:” Emê  dawî li wan bînin û yên ku hewil didin axa me dagir bikin destên wan ên qirêj jê bikin ,Şehîd Ronî ji bo vê axê canê xwe feda kir. Tevî qirêjahîya dijmin em baş dizanin çawa wan baş ve vekişînin em wek xwe namînin bi hêztir bibin û ruhê Tolhildanê di nav me de her ku diçe mezintir dibe

Niha em xatirê xwe ji şehîd Ronî dixwazin ,yê ku bi hemû hêza xwe têkoşîya da ku hemû dever û pêkhateyên xwe ewle bike.”

Wesîqa Şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawî de gelê Qamişlo û hevalên Şehîd Ronî welat wî ber bi bê dawîbûnê ve oxir kirin.

Navenda Ragihandina YPJ

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Van jî kontrol bike
Close
Back to top button