Gelê Qamişloyê Şehîd Ebdulqadir Emîn oxir kirin
Gelê bajarê Qamişlo Bi merasîmekî girseyî Şehîd Ebdulqadir Emîn li Pakrewangeha Delîl Saroxan oxir kirin
Merasîma oxir kirina Şehîd Ebdulqadir Emîn bi deqeyek rêzgirtin li ser gîyanê Şehîdan hate dest pê kirin.
Di merasîmê de bi navê saziya malbatên şehîdan Fatima El Casim sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:”Şehadet pîroze ji ber ku em ji bo axa xwe ya pîroz dixwbitin û canê xwe feda dikin. Tu kes nikare îradeya me bişkîne. em xwedîyê vê axê ne em In yên ku li ber xwe didin ji bo axa xwe. Em soz didin ku li ser şopa Şehîdên xwe bimeşin.
Di merasîmê de bi navê Meclisa leşgerî ya eyaleta Şehîd Rûbar Nezîr Sofî axivî û wiha got:”Şehîdên me ew In yên ku canê xwe ji bo vê dozê feda kirine. Em çiqas behsa Dîroka vî gelî bikin emê nikaribin heqê wê bidin.
Wesîqa Şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Di dawîyê de gelê Qamişlo û hevalên Şehîd Ebdulqadir Emîn wî ber bi bê dawîbûnê ve oxir kirin.
Navenda Ragihandina YPJ










