Li Bajarê Qamişlo Merasîma Oxir Kirina Şehîd Çiya Qamişlo

11

Li Bajarê Qamişlo Merasîma Oxir Kirina Şehîd Çiya Qamişlo 
Gelê bajarê Qamişlo di Çarşema 2023.12.13 an Şehîd Çiya Qamişlo li Pakrewangeha Delîl Saroxan oxir kirin
Merasîma oxir kirina Şehîd Çiya Qamişlo Bi Deqeyek rêzgirtin li ser gîyanê Şehîdan hate dest pê kirin
Di merasîmê de bi navê Meclisa malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo axivî û wiha got:” Dayik û Bavê Şehîd Çiya ne hazir in di nav me de lê em hemû jê re dê û bav in. Felsefeya Rêber APO em kirine yek netew. Me bi hev re di yek Meûzî de şer kirîye.”
Di berdawamiya axaftina xwe de Şemsîxan weha got “Divê em di her şert û mercî de berdewam bikin û xwe bi hêz bikin ji bo bibin layiqî xwîna şehîdan.”
Di dawiya axaftina xwe de Şemsîxan sersaxî xwest û got ” Em Sersaxî ji malbata Şehîd Çiya re dixwazin û li wan pîroz dikin Şehadeta hevrê Çiya.”
Di merasîmê de bi navê Kongra Îslama Demokratîk Elî Resûl jî axivî û wiha got: “Di çavên şehîd de wiha tê xuyakirin ku dixwazin bibêjin, em Rojava bi cîhanê nadin ava welatê me ji her tiştî zelaltire û axa welatê me ji her deverê çêtire. Em li ser xaka xwe çêbûn û em ê fedayî welatê xwe bin.”
Wesîqa Şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Di dawîyê de gelê Qamişlo û hevalên Şehîd Çiya Qamişlo wî ber bi bê dawîbûnê ve oxir kirin.

Navenda Ragihandina YPJ