Şêneyên bajarê Reqayê sê Şehîdên xwe yên Qehreman li Pakrewangeha rûmetê oxir kirin.

5

Şêneyên bajarê Reqayê sê Şehîdên xwe yên Qehreman li Pakrewangeha rûmetê oxir kirin.
Bi sedan şêneyên Reqayê sê Şehîdên ku di encama hedefgirtina dewleta dagirker a Tirk de li bajarê Eyn Îsa bi karwanekî bi heybet oxir kirin.
Şehîd Mihemed Elî El-Helat ,Şehîd Îmad Elî El-Helat, Şehîd Xalid Hesen El-Şewax ku hevalên şehîdan ji bo şehîdên xwe di pakrewangeha rûmetê de li ser milên xwe hilgirtin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna Şehîdan hate dest pê kirin.
Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin ji aliyê Ebtîsam Ehmed ve hate kirin û got:
“Em îro ji bo Şehîdên xwe yên ku di oxira welat de canê xwe feda kirine disekinin, ji ber ku Şehadet pîroz e û pîroziya wê di hemû olan de tê vegotin û em dibêjin ku êrîşên Tirkiyê yên li ser gelê me tenê delîlên encamgir in ku hemû planên wan têk diçin. Şehadet pêwîstiyeke bingehîn e ji bo her tekoşîneke neteweyî
Rizgarkirina xakê rêya me ya serkeftinê ye û serkeftin tenê eger em karwanên Şehîdan bidin, dayîkan zarokên xwe dane da ku welat bijî, ji ber vê yekê em şahadetê pîroz dibînin.
Ibtîsam di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girêdana kûr a bi xeta şehîdan re û wiha got, “Wateya Şehadetê di me hemûyan de bi şehadeta her hevrêyekî me mezin dibe û yek ji karên me yên destpêkê ew e ku em layiqî xwîna wan bin. Em careke din sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û em soz didin wan ku xwîna şehîdan vala neçe, şehîd namirin, şîfaya lezgîn ji birîndarên me re û serkeftin ji hêzên me re dixwazim.
Bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê û rêveberiya sivîl a Demokratîk a bajarê Reqayê Şêx Mihemed Nûr El-Dîn got: ” Em ji xwe û hêzên leşkerî û malbatên Şehîdan re sersaxî dixwazin. Şehîd ew in ku xwe feda kirin û parastina ewlehî û aramiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û em bi helestekî herî xurt destdirêjiya Tirkiyê , Şermezar dikin, ku hersê zarokên me yên ku şer kirin û di têkbirina terorê ji herêmên me rolekî girîng leyistin.
ji hêzên me yên leşkerî re Serkeftin dixwazin.
Di dawiya merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya Şehadetê radestî malbatên Şehîdên qehreman kirin.
û paşê hersê pakrewan li ser milê hevalên xwe hatin rakirin û sipartî axê kirin.

Navenda Ragihandina YPJ