NûçeWêne

Êrîşên dewleta dagirker a Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav bêdengiya navdewletî de

Êrîşên dewleta dagirker a Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav bêdengiya navdewletî de
Berdevka Fermî ya Yekîneyên Parastina Jin Roksen Mihemed di daxuyaniyekê de der barê êrîşên dewleta dagirker ya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wiha got:
“Bê gûman dewleta dagirker a Tirk êrîşên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi her awayî û hemû cûreyan ranewestîne Herî dawî binesaziya ku ji her alî ve daxwazên gel ên jiyanê bi cih tîne kir hedef û bû sedem ku gelek herêm ji elektrîk, av, gaz û nexweşxaneyan bêpar bimînin. Ne tenê ew, lê belê van êrîşên terorîstî zerar gihand jiyana mirovan û sivîl birîndar kirin ku zarok, jin û extiyar jî di nav de hene.”
Di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Dewleta Tirk nikare projeya neteweya demokratîk û destkeftiyên ku di şoreşa Rojava de hatine bidestxistin.
dewleta tirk tehemul nake ku gel bi hemû pêkhateyên xwe li dora rêveberiya xwe kom bibe, ji ber vê yekê dijminahiya xwe didomîne û derbeyê li ewlehî û aramiya tevahiya herêmê dixe. Dewleta dagirker a Tirk armanc dike ku gel ber bi penaberiyê ve dehf bide da ku karibe projeya xwe li ser bingeha guhertina demografîk pêk bîne, ji ber ku ji destpêka dagirkirina xwe ya Serêkaniyê, Girê Spî،Til Abyad û bi taybet Efrîn.” pêk tîne.
“Divê her kes bizane ku şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat, dixwaze dewleta Tirk a dagirker li van destkeftiyan bixe û tevna girêdayî hev a gelan bi hemû pêkhateyên xwe ve bişkîne. Belê, hewl dide bi berfirehkirina xeyalên Osmaniyan careke din zindî bike. hemû Sûriyeyê dagir bikin.”
Her kes dizane ku ev êrîş dibin tawanên şer, lê rûdana wan di nava bêdengiya navneteweyî de, dewleta dagirker a Tirk teşwîq dike ku bêyî rêgiriyên qanûnî û exlaqî li ser van êrîşan berdewam bike. Em ji tu kesî hêviya parastinê nakin, lê bêdengiya navneteweyî û hêzên li herêmê hene, dewleta Tirk hîn zêdetir cesaretê dide. Ji ber vê yekê em ji hevalên xwe re li her derê dibêjin ku divê li dora berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bicivin û nirxên Şoreşê û yên bi dest xistine bi cih bînin.”
“Em dibêjin em ê bi hemû hêza xwe berxwedana gelê xwe biparêzin û di asta herî jor de amadekariyên me hene. Çawa ku me li dijî rêxistina terorê ya herî bi hêz a weke DAIŞ’ê ya li cîhanê ku metirsiyeke mezin bû, em jî dikarin bersivê bidin.” êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi heman awayî tola Şehîdên xwe û gelê xwe emê hilînin.
“Tevî rastiyên ku li ber çavê cîhanê diyar in jî, dewleta Tirk weke berê hewl dide gelê xwe bixapîne û bi derew û hincetên pûç dixwaze ku raya giştî bixapîne û sûcên xwe yên hovane veşêre. Raman, vîn û baweriya mezin, ji dîrokê dersên mezin girtine, çawa ku ji berxwedana zindanan û şoreşa azadiyê moral girtine, gel wê bi berxwedana xwe ya bi rûmet û bi girêdana bi ax û welatê xwe re bersivê bide van êrîşan. tu carî dest ji têkoşînê bernadin.

Navenda Ragihandina YPJ

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Van jî kontrol bike
Close
Back to top button