DaxuyanîWêne

Ji Gelê Me û Raya Giştî re

Ji Gelê Me û Raya Giştî Re  

 Hevrêya Me Nûdem Dilsoza Gelê Xwe Bû

Sekna jinên ku ji hemû cîhanê re bû çavkaniya îlhamê pêşeroja gelan ronî dike. Di nava refên Şoreşa Jin a Rojava de şervanên YPJ’ê ji bo azadiya welat tekoşîne bê eman didin meşandin. Ji bo serxwebûna gelan bi fedakariyeke mezin şerê pergala modernîst dikin.

Gelê me yê Bakûrê Kurdistanê li hemberî her cûre polîtîkayên înkar û îmhayê tu car serî netewandiye û herdem xeta berxwedanê esas girtiye. Fikir û ramanên Rêber Apo bandoreke diyarker li ser rastiya gelê Kurd kir  û  ev rastiya berxwedanê jinên wêrek yên weke Nûdem afirand. Hevrê ya me Nûdem di sala 1991’an de li Bakurê Kurdistanê li bajarê Wanê di nava malbateke welatparêz de çavê xwe li jiyanê vedike. Malbata hevrê Nûdem yek ji malbatên hêja û qedirbilinde ku ji bo tekoşîna azadiya Kurdistanê berdelên giranbûha dane û li gel vê jî herdem xwedî li rûmeta netewî derketine.

Hevrê Nûdem di sala 2011’an de tevlî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Bi destêpêkirina şoreşa Rojava re hevrê Nûdem berê xwe de Rojavayê Kurdistanê. Ji ber ku Nûdem sondxwariya azadiya gelê xwe bû, sînorên ku dagirkeran xêz kiribûn ji bo wê wate xwe ye winda kiribû. Li ku dibe bila bibe soza parastina civaka xwe dabû. Hevrê ye me Nûdem ji şerê destpêkê ku li hemberî komên çete û heta êrîşên dagirkeriya dewleta tirk ji bo parastina axa welat bê rawestîn bi erkên xwe yê mîlîtantiyê rabû. Di sala 2012’an de li Serêkaniyê li hemberî komên çete yên weke El Nûsra şer kir û di eniyên herî pêş yên cengê de cihê xwe girt. Di şerê van komikên çete de li Serêkaniyê birîndar dibe lê cardin ji eniyên cengê dûr nakeve. Di sala 2014’an de jî DAIŞ’ê  weke kombûna hemû hovitiyên pergala modernîteya kapîtalîst êrîşî Kobanê kir, hevrê Nûdem jî ji bo ku gelê xwe ji vê hovitiya sedsalê biparêze di eniyên cengê de girt û bû parçeyek ji berxwedaniya dîrokî ya Kobanê. Di pêngava Tiltemîs de jî li hemberî çeteyên hov yên DAIŞ’ê şer kir û  di sala 2018’an de jî li Efrînê vê carê li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk şerê azadiyê dameşandin. Nûdem hem şer kir hem jî ji bo kêliyên ku di nava berxwedaniyê de hatiye jiyîn ji tevahî cîhanê re were nîşandin di rêxistinkirina fîlma Kobanê de kedeke mezin da. Tu caran ne rawestiya û di her astê de erk û berpirsiyartiyên ku şoreşê da ser milên wê pêk anî.

Hevrê Nûdem mîlîtaneke ku di her kêliya jiyanê bê rawestîn kelecana şoreşê di nava dilê xwe de jiya. Yekîtiyê fikir, zikir û çalakiyê di şexsê hevrê Nûdem de teşe girti bû. Heval Nûdem xwe di xeta birdoziya rizgariya jinê de xwe pêşxist û di nava gelê Rojava de bi dilgermî û sekna ya xwe dilnizm ve dihate nasîn. Xwebûna jin a ku wê dikir nîvînga jiyanê, her bajar û cihê ku hevala Nûdem lê kar û xebat dameşandin jinan û gelan li derdora wê kom dikir. Ji bo bibe mîlîtaneke pir alî ya modernîteya demokratîk kesayeta xwe ava kir û li ser vê esasê hem di qada parastin hem jî rêxistin kirina gel û teyîsandina şoreşê de bi bû xwedî kedeke mezin. Hevrê Nûdem di nava refên YPJ’ê de bi sekna ye fedakar bû mînaka xeta mîlîtaniya APO’yî.

Heval Nûdem ev demek bû ji ber nexweşiyê dihate derman kirin, di dîroka 17’ê Çilleya 2024’an de li nexweşxaneya ku lê dihate derman kirin tevlî karwanên nemiran bû.  Em serî de ji bo malbata hêja ya hevrê Nûdem û gelê xwe yê welatparêziyê re sersaxiyê dixwazin. Weke hevrê yên heval Nûdem em her çiqasî xemgîn bin jî lê em sozdarin ku wê kelecan û heribariya hevrê Nûdem ji bo me bibe sedema bilind kirin û geş kirina meşa azadiyê.

Nasnameya Hevrê ye me wiha ye:

Nasnav: Nûdem WAN
Nav û Paşnav: Sakîne Kaya
Navê dayîk: Helîme
Navê bav: Xalid
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo – 17.01.2024

Fermandariya Giştî a YPJ’ê

21.01.2024

 

Gotarên Têkildar

2 Şîrove

  1. Thank you a lot for sharing this with all of us you actually know what you are speaking about!
    Bookmarked. Please additionally consult with my
    web site =). We will have a link exchange agreement among us

    1. Hello… Thank you for communicating… Can you send your number to your email so that there can be more interaction and connection?

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button