Şêniyên Bajarê Kobanê Dû Lehengên Xwe Yên Qehreman Oxir Kirin
Bi hezaran ji şêniyên bajarê Kobanê şervana YPJ’ê Nûdem Wan û gerîlayê HPG Rizgar Çavreş bi merasîmekî bi heybet oxir kirin. Merasîm bi deqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Di merasîmê da li ser navê Rêveberiya Meclîsa jin ya PYD’ê a herêma Firatê Sara Xelîl axifî û got: “Em di serî de ji bo malbata şehîd Nûdem Wan û şehîd Rizgar Çavreş sersaxiyê ji dixwazin. Di keseyeta şehîd Nûdem de sekna jina azad û sekna jina leheng xwe cardin şênber kir. Şehîd Nûdem her kêliya jiyana xwe kire bin xizmeta gelê xwe. Her wiha şehîd Nûdem di fîlma Kobanê de ji bo berxwedaniya ku hatiye dayîn ragîhîne cîhanê kedeke mezin da. Şehîd Nûdem pêşenga jinan û şoreşa Rojava bû.”
Her wiha Sara Xelîl diyar kir ku şehîd Rizgar Çavreş, li hemberî faşîzma dewleta tirk heta dilopa xwîne xwe ye dawîya şer kir û di temenê xwe yê ciwan de xwe ji bo azadîya welat, fedayî gelê xwe kir.
Li ser navê Qomîta Civakî Mihemed Bozî ji wiha axifî: “Em di serî de ji malbatê şehîdan re sersaxiyê dixwazin. Şehîd Nûdem weke jineke berxwedêr li hemberî terora cîhanê serî rakir û xeta azadiya jin hilbijart. Şehîd Rizgar jî li çiyayên azad bi lehengî şer kir û li ber xwe da.”
Mihemed Bozî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ‘Em weke gelê Kurd ger ku em nebin yek emê biçin ye bi yek.’
Di dawiya merasîmê da wesîqa şehîd Nûdem Wan û şehîd Rizgar Çavreş hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ lehengên welat ber bi bê dawîbûnê ve hatin oxir kirin.
Navenda Ragihandina YPJ’ê










