Li pakrewangeha şehîd Delîl Saruxan şehîd Mehmûd Derwîş hate oxirkirin

5

Li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saruxan şehîd Mehmûd Derwîş hate oxirkirin
Sibeha roja pêncşemê 25.01.2024, xelkê bajarê Qamişlo cenazeyê şehîd Mehmûd Derwîş oxir kirin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan hate dest pê kirin piştre çend axaftin hatin kirin, di nav de Fatima El-Casim li ser navê malbatên şehîdan axivî û wiha got: “Şehîdekî nû tevlî me dibe. , şa bibe dayîka şehîd, serê xwe bilind bike ji ber ku te kurê xwe bi şîrê azadiyê şîr dayê,
Şehîd stêrk in ku li ezmanan dibiriqîn, xwîna hemû gelan tevlîhev e, ji bo parastina mirovahiyê, biratiya gelan û jiyana hevbeş, ger Mehmûd biçe hezar Mehmûd wê bên.
Dîrok dîroka me ye û xak axa me ye, em ê bi hemû pêkhateyên xwe axa xwe biparêzin. Em ê li ber xwe bidin û li hemberî her dagirkerî û dijminê ku bixwaze axa me bi dest bixe, bibin asteng.
Ji bo avakirina civakê em li ser şopa şehîdan bimeşin. Rêz û serkeftin ji şehîdan re.

Li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî Kenan Berekat axaftinek kir û wiha got: Em bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) sersaxiyê ji malbata Şehîd Mehmûd û hemû malbatên şehîdan re dixwazin.
Bê şek em hemû vê rastiyê dizanin, dema me got azadî ji Rojava re, me dizanîbû ku em ê berdêlên giran bidin. Xeta ku me girt, xeta yekîtiya gelane, xeta demokrasiya, Kurd, Ereb, Suryan, Ermenî bû, me dizanibû ku ev Şerê taybet wê bidome.
Em jî dizanin ku dewleta Tirk a faşîst çi sivîl û çi leşkerî wê bi her awayî êrîşî me bike.
Di vê kêliyê de em ne qels in, em her tim bi hêz in. Em hêzeke mezin in û tu kes nikare me asteng bike.
Dijmin li vir lewaz e, ji ber ku nikare li ber xwe bide,
Em bi xaka xwe ve girêdayi ne û em ê wisa jî bimînin û xeyalên dewleta Tirk ên dagirkirina xaka me bişkînin û ji holê rakin.
Çawa ku me bi serketinê dest pê kir, em ê bi serketinê jî bi dawî bikin.

Merasîm bi teslîmkirina wesîqeya şehadetê ya ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve ji malbata şehîd re bi dawî bû.
Di dawîyê de gelê Qamişlo û Hevalên Şehîd Mehmud Dereîş wî ber bi bê dawîbûnê ve oxir kirin.

Navenda Ragihandina YPJ