DaxuyanîDîmenWêne

Ji Çapemenî û Raya Giştî re

Ji Çapemenî û Raya Giştî re

Yekîneyên me yên Parastina Jin YPJ di çarçoveya mafê xwe yê parastinê û ji bo tolhildana şehîdên xwe yên gazî fermandar Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik li seranserî herêma bakur-rojhilatê Sûrî rêze çalakî li darxistin. Di van çalakiyan de baregeh û çeperên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hatin hedefgirtin.

Di dîroka 12 Sibatê de şervanên me li herêma Minbicê eniya Seyyadê li gundê Hemrat çalakiyeke serdegirtinê lidarxist. Şervanên me bi awayê 2 tîman çûn ser çeperên dijmin. Di encamê de baregeha dagirkeran bi temamî hate îmhakirin, leşker û çeteyên dagirker baregeha xwe berdan û reviyan. Di encamê de 3 çete di hundurê baregehê de hatin kuştin, 3 çete jî dema hewldan ku birevin ji aliyên şervanên me ve hatin kuştin. Şervanên me çûn ser cenazeyê 3 çeteyên dagirker. Di encama vê çalakiyê de 6 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn û reviyan.

Di heman dîroka 12 Sibatê de, di seat 8:00 sibehê li eniya Tiltemir-Sewama Aliya di navbera gundê Rêhaniyê û Sûsa de şervanên me yên YPJ’ê bi çekên giran li baregeha leşkerên Tirk ên dagirker dan. Di encama vê çalakiyê de jî 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û hêjmarek ji wan jî birîndar bûn.

Di encama van rêze çalakiyên me de 9 çete û leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin. Herî kêm jî 8 çete û leşkerên Tirk ên dagirker birîndarbûn.

Weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ me soz da tevahî jinan û gelê xwe ku emê tola şehîdên xwe li erdê nehêlin û wê êrîşên dagirkeran bê hesab nemînin. Çawa ku me got YPJ hêza Tolhildana sedsalê ye, em careke din diyar dikin ku li dijî her cure êrîşên dagirkerî û dij-mirovî, emê hesab ji dagirkeran bixwazin û bersiva pêwîst bidin. Heya avakirina siberojeke azad û bi ewle, emê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin.

 

Navenda Ragihandina YPJ

16-02-2024

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Van jî kontrol bike
Close
Back to top button