DaxuyanîDîmen

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

 Yekîneyên me yên Parastina Jin YPJ’ê di dîroka 3’ê Adara 2024’an seetên şev li ser barageheke artêşa dewleta Tirk a dagirker ku li eniya Seyadê, gundê Şex Nasir a girêdayî bajarê Minbicê çalakiyek serdegirtinê lidar xistin. Darbeyên giran li dagirkeriya Tirk hate xistin.

Şervanên me bi awayekî profesyonel li ser bareha dagirkeran de çûn, destpêkê bi çekên navîn êrîşê dijmin kirin. Piştre di mesafeta 20 metreyan de bi çekên ferdî çalekî hate pêkanîn. Şervanên me ketin bargehê û hejmarek cebilxane hate îmha kirin û beşek jî hate desteser kirin.

Di encama vê çalakiya bi bandor de; 6 çeteyên dewleta tirk a dagirker hatin cezakirin. Şervanan tevahî baregeha artêşa dagirker rûxandin û doçkayeke 12,5  îmha kirin. 2 qilêş, 1 çeka buruno, destik (bêtêl), telefon û nasnameyên çeteyên tirk hatin desteser kirin.

Piştî şervanên me bi awayekî serkeftî û bi ewle paşvekişyan. Ji ber ku şervanên me baregeha dagirkeriya tirk bi temamî rûxand û agir pêk, teqînek mezin jî rû da. Lê di derbarê teqîna ku pêk hat de encam nayên zanîn.

Weke Yekîneyên Parastina Jin ev çalakî ji bo bîranîna fermandarên me yên pêşeng yên ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatin şehîdkirin, hatiye pêkanîn. Em hêzeke tolhildanê ne û em bi biryardariyeke bilind, di meşa xwe ye serfketinê de bi israr in. Wê tu êrîşên li ser jinên pêşeng, welat û destkeftiyên Şoreşa Jin a Rojava bê bersiv nemîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPJ’ê

06-03-2024

 

 

 

 

Gotarên Têkildar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu