Ji Gelê Me û Raya Giştî Re
Şervana YPJ’ê Narvîn Hogir di dîroka 22’ê Nîsanê de di encama qezaya seyareyê de li ser rêya Sirînê şehîd bû. Em ji malbata wê ya hêja û welatparêz, ji hemû gelê me û rêhevalên wê yên dozê re sersaxî dixwazin.
Hevrêya me Narvîn Hogir di sala 1995’an li bajarê Qamişlo di malbateke welatparêz de hate cîhanê. Ji ber welatperweriya malbatê, ji temenê piçûk bi rastiya gelê xwe û doza azadiyê hesiya û tim jî bala wê li ser têkoşîna azadiyê bû. Hevrê Narvîn di pêvajoya destpêkirina şoreşê, bi berpirsyarî û wêrekiyeke mezin tevlî nav refên YPJ’ê bû. Herdayîm dikir ku di qadên herî dijwar û erkên herî zehmet li pêş be. Di Hemleya Til Hemîs ya salên 2013 û 2015 aktîf cih girt û tecrûbeyên girîng yên şer bidest xist. Pişte berê xwe da eniya Tirbespiyê, di hemleya rizgarkirina Tişrîn, Minbic û Reqayê de jî beşdar bû. Di pêvajoya ku dagirkeriya faşîst ya Tirkiyê êrîşê Girê Spî kir bû xwedî têkoşîneke girîng. Tim di eniyên pêş ên têkoşînê de cih girt. Bi dilnizmî û coşa xwe ya jiyanê hate nasîn û hate hezkirin.
Rêhevala me Narvîn Hogir bi destanên qehremanî yên şervanên azadiyê mezin bibû. Wê jî dabû ser şopên sê kurapên xwe ku di salên 1990’an de li çiyayên azad ên welat şer kiribûn û şehîd bibûn. Ji bo rêhevala Narvîn dawîkirina dagirkeriya li ser welat û avakirina pergala demokratîk û azad ya li ser bingeha pergala Rêber Apo, armanca sereke bû. Lewre jî xwe hem di warê leşkerî, hem jî birdozî perwerde dikir. Ne tenê di warê biranşên leşkerî pispor bû, pê re jî di warê îdeolojîk de jî gihîşt danehev û kûrbûneke berbiçav.
Em rêhevala xwe Narvîn Hogir, bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Didin diyarkirin ku dê xwestek û xeyalên rêhevala Narvîn ji bo me erk û wesiyeta bingehîn be.
Sîcîla Şehîd Narvîn Hogir wehaye:
Nasnav: Narvîn Hogir
Nav û Paşnav: Dîlan Derwêş
Navê Dayîk: Nesrîn
Navê Bav: Mihemed Sîrac
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-04-2024
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê
2024-04-23