YPJ û Hêza Jinên Aşurî ya Meclîsa Parastina Xabûrê Li Hevciviyan
Ji Fermandarên Giştî ya YPJ’ê Rojhilat Efrîn, Berdevka YPJ’ê Ruksan Mihemed, Endamên Bûroya Têkîliyên YPJ’ê Lana Hisên û Dilsoz Efrîn bi Hêza Jinên Aşurî ya Meclîsa Parastina Xabûrê re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de Fermandara Hêza Jinên Aşurî ya Meclîsa Parastina Xabûrê Madlên Xemîs û hejmarek şervanên jin yên Aşûrî amade bûn.
Fermandara Giştî a YPJ’ê Rohilat Efrîn li ser rewşa siyasî û polîtîkayên hêzên dagirker yên li ser herêmê bi şervan û fermandarên jin yên Aşûrî re nîqaş kir. Di hevdîtinê de rêxistinbûna jinan ya di qada xwe parastinê de, parastina ewlehiya welat û destkeftiyên şoreşê weke mijarên serekê hatin destgirtin.
Fermandara Giştî a YPJ’ê Rohilat Efrîn di derbarê êrîşên li heremê de balkişand li ser hewldanên dagirkeriyê û diyar kir ku weke jinên bakûr-rojhilatê Sûrî yên ku di qada parastinê de cihê xwe digrin pêwîste li hemberî van polîtîkayên dagirkeriyê hîn zêdetir xwe rêxistin bikin û di qada parastinê de bi xwesertiya jin cih girtin were esas girtin. Di kombûnê de Fermandara Hêza Jinên Aşurî ya Meclîsa Parastina Xabûrê Madlên Xemîs jî diyar kir ku weke jinên Aşûrî wê ji bo parastina destkeftiyên şoreşê heta dawiyê rexistinbuna xwe xûrt bikin. Madlen diyar kir ku girîngîdayina perwerdeyên leşkerî û hêza jin ya hêyî perwerde kirin weke Hêza Jinên Aşurî ya Meclîsa Parastina Xabûrê ji bo wan mijareke jêneveger e.
Navenda Ragihandina YPJ