
`Konferansa me mîsogeriya şoreşa jinê ye`
Li warê şoreşa jinê bi perspektîfa şerê gel ê şoreşgerî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) xwe ji nû de bi rêxistin dike. Bi dirûşma; “Bi hêza jina azad emê şoreşa jin û welat biparêzin, azadiya Rêber APO misoger bikin” ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Asûr, Tirkmen û Enternasyonal kombûna 115 delgeyan 4`emîn konferansa xwe li darxistin. Konferansa di navbera 30 û 2`ê Tîrmehê hatî lidarxistin de asteke bilind a coş, moral û biryardariyê derxiste holê. Kombûna ewqas jinên parêzvan û pêşengên şoreşê bi xwe kelecanek mezin dida avakirin û her yekê ji hevalên xwe yên ji deverên cuda yên xebata şoreşê hatîn di nava konferansê de cîh girtî moral û hêz girtin. Mijarên konferansê bi despêkê bi perspektîfên Rêberê Gelan Rêber APO, peyamên rêxistinên jin, rewşa siyasî-leşkerî, rewşa rêxistinî-bîrdozî, ji nûve avakirin, şerê gelê şoreşgerî û plansaziya dema nû bûn. Ev mijar giştî bi awayekî berfireh hatin nirxandin. Bi dahûrandin û nîqaşên dewlemend û bi biryardariya ku teqez ew ê pêvajoyê di lehê azadiyê de qezenc bikin, konferans bi awayekî serkeftî bi encam bû.
Rastiya fedayîtiya fermandar û şervanên YPJ`ê
Axaftina vekirina konferansê ji aliyê endama Fermandariya Giştî ya YPJ`ê Rohilat Efrîn ve hat kirin. Fermandar Rohilat Efrîn di despêka axaftina xwe de bal kişand ser giringiya di roja fedayîbûnê de despêkirina konferansê û ev nirxandin kir: “Di dîroka tevgera me de rojên wiha yên şopên qehremaniyê hiştine ku em li beramberî rastiya fedayîtiya hevala Zîlan dest bi konferansa xwe dikin hene. Ev roja ji bo me roja hesabdayîn, rexnedan, rast jiyan kirin û berê xwe dayîna azadiyê ye. Di kesayeta hevala Zîlan de li beramber tasfiyekarî û îxanetê, dîsan xitimandinên di şer de hatîn jiyîn, li hemberî kesayeta milîtan a ji nêz ve xwe li hemberî rastiya Rêbertiyê digire dest em dikarin di kesayeta hevala Zîlan de vê bibînin. Ji lewra em ê çawan bijîn û çawan şer bikin bi zelalî diyar dibe. Ji 7`ê Hezîranê heta 17`ê Hezîranê û 30`ê Hezîranê miha Hezîranê jî bi tevahî weke meha qehremanî û şehîdan tê pênasekirin, gelek hevalên me yên weke heval Leyla, Bêrîvan û Raperîn gelek hevalên em yên di vê mehê de şehîd bûn û herî dawî jî di kesayeta hevalê Şêxmus de bi bîr bînin û bejna xwe li ber ditewînin. Li hemberî rastiya şehîdan û rastiya artêşê carekedin tevahî hêzên jinan ên ku xwe di rastiya têkoşînê de dîtin û berê xwe dan cenga giran di vê rêyê de kedek mezin dan. Ger em li Rojavayê Kurdistanê jî binêrin ji 2011`an ango ji despêka şoreşa 19`ê Tîrmehê heta niha gelek jinên fedayî yên serî rakirin em ji heval Jînda Tiltemir bigirin heta, heval Warşîn, Ruksen, Sozdar û Arîn, di heman demê de di van salên dawiyê de di kesayeta heval Jiyan, Tolhildan, Sosin û Şervîn, hevalên me yên di cenga têkoşînê de qehremanî kirin di kesayeta Hêlîn Qereçox û Hebûn Ereb de di rastiya têkoşîna YPJ`ê de destan nivîsandin. Ger em li beranberî ewqas şehîd ên ku di asta herî jor de ji dayîkên me yên qehreman bigire heta hevalên me yên di asta herî jor de bi pîvanên azadiyê re xwe kirin yek, li beramberî rastiya Rêbertiyê xwe lêpirsînkirin û girtina dest wê zêdetir li beramberî rastiya ku em di navê de jiyan dikin watedar be.“
`Wê xebata me bi şêwaza şerê gelê şoreşgerî be`
Rohilat Efrîn têkildarî cesaret û fedekariya milîtanên YPJ`ê ya li hemberî pergala deshilatiya mêrê serdest dide meşandin û wiha berdewam kir: “Di rastiya şerê cîhanê yê sêyemîn de rastiya mêrê zordar ê yek rengî û yek dengî li ser civakê û jinan ferz dike weke artêşa jinê YPJ ger em li rênîşandana xwe binêrin bi rehtî em nehatine vê astê. Di dîroka têkoşîna me de ji hevala me Bêrîtan a ku xet ji me re dayî diyarkirin heta hevalên bi ked û fedekariya xwe rê nîşanî me dan û perspektîfên Rêbertiya me em nikarin bi gotinekê derbas bikin. Ya ku artêşa jinê aniye vê astê fermandarên jin ên di jiyanê de hişt ku em li xwe vegerin û bikevin nava lêpirsîna vê rojê li hemberî hemû êrîş û siyasetên qirkirin û îmhayê yên bi sed salan li ser gelê me tê meşandin rawestîn lazime. Yên li hemberî van bibe xwedî helwest wê jinên di vê rêyê de dimeşin bin. Di piratîka gerîlayên azadiya Kurdistanê yên damga xwe li dîrokê dixe de ev yek hîn zêdetir şînber bûye. Em weke hêza YPJ`ê ne tenê nûneriya beşek welat dikin, ger em wiha bikin wê gelek teng û nebes be. Em hêza ku li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ`ê ya ku kirasê tarîtî û mirinê li ser gelan ferz dikir rabûne û bi taxtîkên hatîn meşandin me nîşa her kesê da ku serkeftin li hemberî hemû tarîtiyê gengaze. Bi vê baweriyê tevlîbûna YPJ`ê ya ku ne tenê jinên Kurd, di heman demê de jinên Ereb û yên ji gelek deverên cîhanê hatin û cihê xwe di navê de girtine. Hemû jinên ku îlhamê ji azadiyê digirin ji bo xwe bigihînin asta hebûnê. Di piratîkên hatîn jiyîn de di asta herî jor de fedekarî nîşan dane.
Em di wê bîr û baweriyê de ne wê ev konferansa me bibe konferansa hesabdayîn û rexnedayînê. Li beramberî êrîşên ji niha û şonde bên kirin jî çawan ku me hêza xwe ji meznahiya artêşa jinê girt, li hemberî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Surî em ê bi hêza xwe ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ`ê xwe îspat kiriye bisekinin. Di tarzê jiyanê û disiplîna leşkerî de em ê tarzê xebata xwe bikin tarzê şerê gelê şoreşgerî.“
Soza konferansê bi heyîbetek bihêz bi zimanê Kurdî û Erebî hat xwendin. Herî dawî jî hunermend Mizgîn Tahir konserek tayîbet da û konferans bi coş, kelecan û gerandina dîlanê li ber stranên Mizgîn Tahir bidawî bû. YPJ`ê di dawiyê de giringî û armanca lidarxistina konferansa xwe, rojevên girtine dest û bi encambûna wê bi awayek berfireh bi daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihand. Daxuyaniya têkildarî mijar û naveroka konferansê bi vî awayî ye;
`Israra me ya pêkanîna rêgezên azadiya jinê`
YPJ`ê di daxuyaniya dawiya konferansa xwe de balkişand ser giringiya di roja fedayîtiyê de despêkirina konferansê û wiha domand: “Di salvegera şehadeta hevrêya fedayî Zîlan `Zeynep Kinaci` de pêkanîna konferansa me, nîşaneya israra me ya di pêkanîna rêgezên azadiya jinê û meşa di xeta berxwedanî û fedaîtiya ku di şexsê hevrê Zîlan de şênber bûye. Bi vê boneyê em careke din diyar dikin ku wê mîrateya hevrê Zîlan bibe rênîşana meşa me ya azadî û serkeftinê.“
Di daxuyaniyê de têkildarî mijara êşkence û tecrîda li Îmraliyê tê meşandin jî ev nirxandin cîh git: “Konferansa me, siyaseta êşkence û tecrîda mutlaq a ku li Îmralî li dijî Rêber APO tê meşandin bi awayekî berfireh nirxand. Ji bo têkbirina vê polîtîkayê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO Konferansa me diyar kir ku wê YPJ hemû enerjî û hêza xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO seferber bike û wê pêşengiyê ji pêngava; “Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bike. Li ser vê bingehê em 4. Konferansa xwe ya YPJ diyarî Rêber APO dikin û di serî de em gerîlayên azadiyê YJA Star ên ku şerê rûmetê didin meşandin silav dikin û em konferansa xwe li tevahî jinên azadîxwaz pîroz dikin.“
`YPJ wê destkeftiyên gelan û jinan biparêze`
Di daxuyaniyê de hat ziman ku çareseriya pirsgirêkan bi aqlê jinê pêkane û wiha dom kir: “Di konferansê de rewşa siyasî û leşkerî bi hemû aliyên wê ve hate nirxandin. Hêzên hegemonîk hewl didin qirîzê bi qirîzê bidin çareser kirin û li şûna siyaseta diyalog û çareseriyê, rê û rêbazên leşkerî esas digrin. Ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên qirêj hemû nirxên mirovî û exlaqî binpê dikin. Ji bo wê konferansa me da diyarkirin ku kûrbûn û berfirehiya pirsgirêkan ancax bi pêşengî û aqlê jinê ve were nirxandin û çareser bibe. Pêşengiya vê ya parastinê jî yekîneyên parastina jin YPJ digre ser milê xwe. Konfernasa me diyar kir ku her awayî nêzbûn an jî tifaqên hêzên herêmî û navnetewî heger xizmeta berjewendiyên gelên herêmê û destkeftiyên jinê neke, wê bi ti awayî neyê pejirandin û bedelê wê çi dibe bila bibe, wê YPJ destkeftiyên jin û gelên herêmê biparêze.“
`Li hemberî tundiyê yekgirtina jinan`
Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser li hemberî tundiya li ser jinan yek girtinê û wiha pêde çu: “Îro bi taybet li Kurdistanê, di tevahiya erdnîgariya Rojhilata Navîn û cîhanê de tundî, destdirêjî, intihar, kuştin û tepisandin bi awayekî dijwar li dijî jinê tê meşandin. Hişmendiya zilamê desthiladar jinê di malê de difetisîne, hêzên dagirker jî di hemû qadên jiyanê de wê hedef digre. Şer bi xwe re ji cih û warê xwe koçkirin, bêzarî, nexweşî, birîndarî û her awayî bê mafiyê bi xwe re tîne. Bi êrîşên dagirkeriyê yên netew dewleta komara Tirkiyê û çeteyên wê li Rojava û bakur-rojhilatê Sûriyê, jin di rewşên herî giran re derbas dibin. Ji bo ev operasyonên dagirkeriyê têk biçin û vala derkevin, di bingehê stratejiya şerê gelê şoreşgerî de divê jinên di nava civakê de di warê parastinê de xwe zana bikin û tevlê nava refên YPJ’ê bibin da ku karibin dawî li dagirkeriyê bînin û xwe ji hişmendiya desthiladar, cinsiyetparêz û qirker xilas bikin. Bi vî rengî emê karibin xwedî li azadiya xwe û nirxên şoreşa azadiyê derkevin.“
`Wê jin asta rêxistinbûna xwe mezintir bikin`
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê jinên Bakur û Rojhilatê Suriyê asta rêxistinbûna xwe mezintir bike û wiha berdewam kir: “Li gel van hemû pêşketinan, konferansa me pêvajoya 2 salên borî di warê bîrdozî û rêxistinî de nirxand. Nebesî û lewaziyên di pratîkê de hatine jiyîn, bi berfirehî dahûrand û ji bo pêkanîna derketineke nû, rexnedayîneke xurt pêş ket. Her wiha ji bo ku asteke bilintir a têkoşînê di şer û jiyanê de pêk were, biryara ji nûve avakirina YPJ’ê hate girtin. Li ser vê bingehê jî hate diyarkirin ku divê navenda parastina jin a bakur-rojhilatê Sûrî sazîbûna xwe pêş bixe û asta rêxistinbûna xwe bilind bike.“
`YPJ nasnameya jina rêxistinkirî ye`
Di daxuyaniyê de giringî bi rola YPJ`ê ya ji despêka şoreşê heya niha hat dayîn û ev tişt hatin bibîrxistin: “Çawa ku YPJ di pêvajoyên beriya şoreşê de bi erka pêşengiyê rabû, di her warî de xwe fedayê şoreşê kir, can û bedel da, ji îro şunde jî parastina van destkeftiyên ku hatine avakirin, xwedî derketina li vê mîrateya dîrokî herî zêde erka jina ye. Weke YPJ emê jiyanê di xeta şerê gelê şoreşgerî de bi rêxistin bikin û nirxên şoreşê mayînde bikin. Li hemberî polîtîkayên zilamê desthiladar ên şerê taybet, hêza ku mirovahiyê û jiyanê biparêze, parastina cewherî ya jina ye. YPJ jî pênaseya rêxistinkirî ya parastina cewherî a hemû jina ye. Nirxên şoreşê ancax bi sekna jina xwedî îrade, zana, bi welatê xwe û xaka xwe ve girêdayî, namûsê ne di jinê de, di azadiya welat û gelê xwe de dibîne, pêkan bibe. YPJ nasnameya jina rêxistinkirî ye. YPJ xwebûne. YPJ girêdana bi Rêbertî û nirxên şoreşê re ye. YPJ hêza xweser û rêxistinkirî ya parastina hemû jina ye. YPJ xwe dispêre paradîgmaya netewa demokratîk û bi vî rengî dibe navê jinên Ereb-Kurd-Suryan-Ermen-Tirkmen û tevahî jinên cîhanê. Li ser vê bingehê konferansa me bi idîa û biryardariyeke mezin da diyarkirin ku YPJ ji bo pêkanîna erkên dema nû amade ye. Di vê çarçoveyê de emê xwedî li pêngava KJK a parastina cewherî derkevin û bi rola pêşengiyê rabin.
Weke yekîneyên parastina jin YPJ, çawa ku me DAÎŞ têk bir, di serî de dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê yên herêmê, li dijî her awayî êrîşên li ser herêma me, emê bi çalakiyên xurt bersiv bidin û bi rola xwe ya pêşengiyê rabin. Ji bo avakirina sûriyeke demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk emê bi awayekî aktîf bi erkên xwe yên parastinê rabin. YPJ xwedî wê hêz, îrade û biryardariyê ye ku hêviya gel û jinan, xewn û xeyalên tevahî şehîdên şoreşa jinê, bi serkeftinê tacîdar bike. Li ser vê bingehê em soza xwe nû dikin û em dibêjin, bi ruhê fedaî yê şehîd Zîlan, Arîn û Rêvan, Sara û Ruken, Avesta û Barîn, Şervîn Şerdar, Sorxwîn Rojhilat, Azadî Dêrik, Hebûn Enteriyê, Îvana Hoffman û bi hezaran şehîdên azadiya jinê heta pêkanîna serkeftinê û mayîndekirina şoreşa jinê, emê têkoşîna xwe ya azadiyê bi awayekî xurt bidin meşandin û siberojeke azad diyarî mirovahiyê bikin.“
Navenda Ragihandina YPJ