
Berxwedêra Bendava Tişrînê: Şehîd Destan Rojhat
Em di kesayeta şervana xwe Destan Rojhat de hevreyên ku di berxwedaniya sedsalê ya Bendava Tişrînê de bi rihekî fedayî şer kirin û gîhiştine asta şahadetê, bi bîr tînin û soz û peymana ku doza azadiyê gehandina serkeftinê nû dikin.
Di 27 Mijdar’a 2024’an şûn de Dewleta tirk ya dagirker û çeteyên girêdayî wî bi konseptekî nû êrîşên xwe li ser Suriyê û Rojavayê Kurdistanê dijwartir kirin. Bê guman armanca çeteyên Dewleta tirk ya dagirker ne tenê dagirkirina Şehba, Til Rifat û Minbiç bû. Armanca wana di gîşti sinorên misakî mîllî de hegemonyaya xwe nujen kirin bû. Bendava Tişrînê îro şahîdî ji gelek qehremaniyan re dike. Şervan û gelên heremê îro mil dane hevdû û dibin minakên Şerê Gelê Şoreşgerî. Ji 7 heya 70 sali mirovên vê axê bedena xwe kirine bendavekî ku tucaran ji hevdû qut ne be.
Şervana YPJ’ê Derya Heci bi nasnav Destan Rojhat, dema ku di enîyên herî pêş ên Bendava Tişrinê li Kobanî li beramberî çeteyên Dewleta tirk ya dagirker şer dikir, di 8’ê Çileya 2025’an de bi erîşên balafirên şer de gihîşt şahadetê. Di serî de em ji malbata welatparêz ya şehid Destan Rojhat re ji hemû gelan û rêhevalan xwe re sersaxî dixwazin. Di kesayeta wan de hemû şehidên Bendava Tişrin û Qeraqozaxê bi bîr tînin. Em diyar dikin ku emê tucaran xeyalên wan nivçe nehêlin û xwe bigehînin Rêbertiya Azad û welatekî azad ku hemû netew û ol bikaribin tê de jiyan bikin.
Şervana me ya YPJ’ê Destan Rojhat di sala 2004’an de li Kobanî dayik dibe. Ew di malbatekî welatparêz de mezin dibe. Malbata wê xwedi gelek şehid in. Ji ber vê yeke Rêheval Destan bi destanên qehremaniyê mezin dibe. Ew bi van destanan dibe xwedî dilekî pak. Li ser têşe girtina kesayeta Şehid Destan de Serhildana Qamişlo û berxwedana rumetê ya Kobanî bandorek mezin çêdike. Şehid Destan di wê berxwadanê de dikeve ferqa hêza jin ku dikare serkeftinê bi peşengiya xwe bi afirîne.
Di sala 2021’an de rêheval Destan tevlî (Yekineyên Parastina Jin )YPJ’ê dibe.Di tevlîbûna rêheval Destan de şerê Serêkanî û girê spî bandoriyekî mezin avadike. Piştî ku tevlî refên azadiyê dibe ew kesayeta xwe û civaka ku tê de mezinbûye baştir dahûrandin dike. Ew wek jin xwe di rastiya Rêber APO de zêdetir nasdike. Ji bo jiyanî kirina fîkrên Rêber APO ên derbarê jinê de dibe xwedî bîryarekî bi wate. Disa sosyolojiya civaka ku tê de mezinbûye baştir dahûrandin dike.
Rêheval Destan bi heskirina xwe ya jiyanê hertim dibe morale hevalên xwe. Ew di her keliya jiyanê de dibe xwedî kedekî bêhempa. Di nav hevalên xwe de bi dilnizmbûna xwe û dilpakbûna xwe tê naskirin. Piştî ku perwerdeyên leşkeri û bîrdozî dibîne di kesayeta xwe de sekna jina şerker dide avakirin. Ew di jiyan û şerê xwe de dibe xwedî ezmûnên YPJ’ê ên 12 salan. Ew dibe yêk jî minaka herî şenber ya berxwedana Bendava Tişrîn ê. Şervana me ne tenê di jiyanê de di şerê xwe de jî bi werekî û vîna xwe derdikeve pêş. Ew di vê zanêbûnê de ye ku parastina Bendava Tişrînê parastina Bakur Rojhilatê Suriyê ye. Rêheval Destan Rojhat ala ku ji Arin Mirkanan dewir girtî rakir asîmanên herî bilind. Ew bû Arîna nûjen ya welatê xwe.
Van şehidan hişt ku em iro 12 mîn salvegera damezrandina YPJ’ê pîroz bikin. Emê wek YPJ hertim mirateyên van şehidan xwedi derbikevin. Yên ku riya me ronî dikin şehidên me ne ji bo vê emê di ronahiya wan de heya ku doza azadiya jinan û gelan bi serkeftinê tacidar nekin nesekinin.
Nasnameya Hevrê ya me wiha ye:
Nav û Paşnav: Derya Hecî
Nasnav: Destan Rojhat
Navê Dayîk: Necme
Navê Bav: Hesen
Cih û Dîroka Şehadetê: 08.01.2025/Bendava Tişrînê
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê
05.04.2025