
Gaziya şer, Barîn Sorxwîn salvegera 10’emîn ya komkujiya Kobanê bi bîr anî û kêliyên ku şahîdî jê re kirine, vegot
Di 25’ê Hizêrana 2015’an de, li gundê Berxbotan a bajarê Kobanê, komkujiyeke nemerdane ji hêla çeteyên DAÎŞ’ê ve li ser gel pêk hat. Wê demê bi dehan sivîl bi awayekî hovane hatin şehîd xistin. Hîn gel kêfxweşiya rizgarkirina Kobanê jiyan dikir, ev êrîşa bêbext û xayîn bi ser xelkên heremê ve pêk hat. Carek din hêzên YPJ û YPG bi hawara gelê xwe ve hatin û li hember êrîşa çeteyan sekinîn.
Gaziya şer Barîn Sorxwîn ku di wê demê de di Yekîneyên Parastina Jin de cihê xwe digirt, şahîdiya vê bûyerê kir û bi hevrêyên xwe re di pêşîgirtina çeteyan de cih girt.
‘Ne zarok, dayîk û ne jî kal nas dikirin’
Barîn Sorxwîn destpêkê bi boneya salvegera komkujiyê, şehîdên ku giştî zarok, dayîk û pîr bûn bi bîr anî û wiha axivî: “Em tevahî gelê xwe yê hêja û hemû şehîdên komkujiyê bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Dema ev êrîş li ser gelê me hate kirin, meha remezanê bû. Di demjimêr 4’ê seherê de, çeteyên DAÎŞ’ê ji milê gundê Berxbotanê de bi şeş tirimbêlan derbasî nava gel bûn û xwe bi cilên me komfilaş kiribûn. Bi wateya gel nedizanî ku ew çete ne”. Barîn Sorxwîn bal kişand ser bûyerê û anî ziman ku her kes difikirî ku bajarokê Sirînê ji çeteyan hatiye rizgarkirin û wiha domand: “Çete kî pêşiya xwe didît in, mermî davêtin wan, nedigotin ev mezin ev jî biçûk e, ne zarok, dayîk û ne jî kal nas dikirin. Çeteyan bi vî awayî gelê me di komkujiyeke xedar re derbas kirin”.
‘Me sozek dabû gelê xwe’
Di dewama axaftina xwe de, Barîn Sorxwîn diyar kir ku ew bi xwe di wê demê de weke YPJ’ê di pêngavên rizgarkirina gundên Kobanê de cihê xwe digirt û axaftinên xwe wiha domand in: “Ez bi xwe di rizgarkirina gundê Berxbatan de amede bûn, em di demjimêrên ku komkujî çêbûye de, bi hawara gelê pe ve çûn. Me sozek dabû gelê xwe, wê demê şervnên YPJ û YPG soz dabûn ku wê ticarî nehêlibin hovîtiya çeteyan bi ser gelê me de were kirin. Em hemû vê rastiyê dizanin ku di sala 2014’an de, çawa çete li Kobanê têk çûn. Piştî Kobanê hate rizgarkirin jî, armanca çeteyan bi pêkanîna komkujiyeke bi vî rengî, tola binketina xwe rakirin bû”.
‘Ew li hember hêza YPJ û YPG nekaribûn’
Barîn Sorxwîn di axaftinên xwe de tekez dike ku çete li hember hêza wan nekarîbûn û wiha got: “Vîna me, hêza me, coş û berxwedaniya me gelek xurt bûn. Me çete ji hemû gundan û bajêr bi xwe de, paqij kir û me gotibû çi dibe bila bibe em nahêlin dijmin bi rihetî derbasî xaka me bibe”. Gaziya şer nîşan da ku gelê ku bi fikrê Rêber APO perwerde bûye, li gel ewqas êrîş û komkujiyan çavên wan neşikest, tersî wê hîn zêdetir li hember dijminê xwe kîn û nefret digirtin. Barîn Sorxwîn di dawiyê de carek din ev komkujî şermezar kir û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Ez carek din vê komkujiya bêbext lanet û şermezar dikim û ez bang li ciwanan dikim ku divê rastiya dijminê xwe baş nas bikin. Em distê xwe bidin hev û li rex YPJ û YPG bin da ku em dijmin ji xakên me yên pîroz dierbixin. Me bi hezaran şehîd, birîndar û gazî dane ji ber vê emê ji wan re bibin bersîv û layîqî wan derkevin”.
Navenda Ragihandina YPJ
25.06.2025