Ji fermandarên YPJ’ê Nesrîn Abdullah behsa jiyan û têkoşîna fermandarê nemir Nuredîn Sofî kir û wiha got: Heval Sofî di cih û dem de biryarê rast dida. Her wiha zanîbû derfetan ava bike, rêya serkeftinê biafirînê û planên stratejik pêşbixe.
Gund bi gund, tax bi tax bajar bi bajar ji bo fikir û felsefa Rêber Apo bigihînê gel 24 demjimêr bênavber, bêrawestandin bi coş û kelecanekê mezin xebat dida meşandin. Li Bakur ,Başur Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê bû navê serkeftinê. Di nava civakê de peşeng, ji şervana re jî fermandar bû. Fermandarê nemir, peşengê şoreşa bakur û rojhilatê Sûriyê Nûredîn Sofî 6’ê Nîsana 2021’ê di êrîşekî hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû. Rêhavala wî ya têkoşînê Nesrîn Abdullah ji qala jiyan û têkoşîna fermandarê nemir Nûredîn Sofî kir.
‘Heval Sofî bû Sembola Şoreş e’
Rêhevala fermandarê Nemir Nûredîn Sofî, Nesrîn Abdullah destpêka axaftina xwe de di kesayeta fermanderê nemir Nureddîn Sofî de hemû şehîdên şoreşe bibîranî û da diyar kirin ku ewê hertim ser rêya wan a pîroz bin û xeyalên van pêk bînîn û wiha behsa kesayeta fermandarê nemir kir: “Jiyan, rêhevalti û şoreşgeriya heval Sofî re hevok têrê nake ku tû wateya wê îfade bike. Ji ber ku kesayeta Heval Sofî di dîrokê de şopên xwe hişt. Ji dîrokê re şoreşekê bi navê xwe hişt. Heval Qada siyasî, rêxistînî û xwe parastinê de xwedî kedek mezin bû. Wek Kesayet gelek taybetmendî dinav xwe de dihewand. Di her warî de xwe pêşdixist. Di warê siyasî de lekolîvanekê kûr bû. Pevajo baş dixwendin, gorî wê helwesta xwe dida nişandan û di heman demê de wek fermandarêk pispor biryara wê dida. Heval Sofî di di demên herî zehmet de bîryarên rast dida. Ji ber wek fermandarek bi aqlekî kolektîf xebat dimeşand. Her wiha dizanîbû derfertan ava bike, rêya serkeftinê biafirînê û planê stratejik bike.”
‘Bi Rihê Xwe Yê Enternasyolist Kesayeta Xwe Ya Sosyalist Rê Nîşanderê Me Bû’
Nesrîn Abdullah da diyar kirin ku heval Sofî rê nîşandarê me bû û wiha axaftina domand: “Pevajoya qada siyasî de cihê xwe digirt di avakirina meclis, komîn û rêxistin kirina civakê de pêşentiyekê rast kir. Tekîlîya wî bi gel re pir kûr bû. Gel pir jê hes dikir û nirx dida. Heval Sofî gelê xwe jiyan dikir. Di rojên xweş û nexweş de hertim nava gel de bû. hemû hest, êş û kefxweşî bi gel re jiyan dikir. Enerjiya gerdûnî di kesayeta heval de kombûbû, bi vê enerjiyê tekîlî bi gel re danîbû. Cihê heval Sofî lê bû li wir serkeftin teqez bû. li wir hêviya ku azadiyê dida ava kirin. Heyecan û morala wî ya jiyanê di mirov de hevîyên serkeftinê dida ava kirin. Di nava vê şoreşê de çi qada siyasî, çi qada rêxistinî û xweparastinê de bi fikirê xwe çanda netewa demokratîk rihê xwe yê enternasyolist kesayeta xwe ya sosyalist rê nîşanderê me û.”
‘Ji Bo Me Wê Tolhildan Armanç Be’
Rêhevala fermandarê Nemir Nûredîn Sofî, Nesrîn Abdullah di dawî axaftina xwe de qala fermandarê nemir Nûredîn Sofî kir û got: ” Heval Sofî mîna fîlezofekê bû, dizanî di mirovan de hevî,bawerî û serkeftinê hertim zindî bihêle. Heval Sofî tenê ne fermandar bû; rêheval bû. Heskirina xwe dixist dile her şervanekî. Bi şervanê xwe re dixwar, vedixwar, şer dikir û serdiket. Me li ser vê axê şerê mezin da meşand, em di nava van salên zehmet de derbas bûn. Kîn û hêrsa wî ji dijmin re asta herî bilind de bû, ev hêrs û kîn di dilê şervanan de jî dida ava kirin. Digot ‘dibe ku mirov gavekî paş de baevejê lê amedekariya dû gava pêşde çêbike. Her çiqasî êrîşên dijmin dijwar bûn û dagirkerî armanckiribû jî, lê dijmin beramberî Heval Sofî hertim binketî bû. Ji ber ku di nava şervanên xwe de atmosfera ku dijmin her çiqasî xakan dagir bike jî, lê tu carî wê nikaribe fikirê me, rih û xeyalê me dagir bike. Bi vî rihê gelek fermandar û şervanan dan şer kirin. Xweşîkbûna rihê heval Sofî û morale wî herkesî ber bi xwe ve kişand. Heval Sofî di pevjoya Efrînê de kêliyên ji agir jiyan dikir. Em wek şopînerê heval Sofî, me gelek kêliyên ji agir bi hevrê jiyan kir, ev agir me neşewîdand ji me re bû ronahî. Wek rêhevalên wî emê têkoşîna xwe bilind bikin, ji bo me wê tolhildan armanç be.”
Navenda Ragihandina YPJ
15.08.2025









